Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn, mîna her salê îsal jî di fitarê de li hev dicivin.
ANF
MOSKOWA
duşem, 20 pûşperê 2016, 11:35
Li navenda Çanda Kurd a li paytext Moskowayê, Kurdistanî di fitarê de li hev civiyan. Kurdistanî beriya bifitirin, ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dua kirin. Kurdistaniyan şer û faşîzma AKP'ê jî şermezar kirin.
Di axaftinên li vê derê de bang li Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn hat kirin, ku bi xurtî tevlî kampanya xwişk û bira ya ji bo qadên berxwedanê hatiye destpêkirin, bibin.