Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Efrînê li hev dicivin
Partî, sazî, rêxistinên pîşeyî û kesayetên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo helewsta xwe ya piştevaniya Efrînê di asta neteweyî de eşkere bikin li hev dicivin.
Partî, sazî, rêxistinên pîşeyî û kesayetên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo helewsta xwe ya piştevaniya Efrînê di asta neteweyî de eşkere bikin li hev dicivin.
Civîn wê bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Komîteya Xwedîderketina li Efrînê roja 11'ê Adarê bi dirûşma "Helwesta neteweyî ji bo berxwedana Efrînê" li Hollandayê were lidarxistin.
Ji bilî nûnerên partiyên siyasî û saziyan, wê sînemvan, muzîsyen, hiqûqnas, sendîkavanên Kurd, nûnerên saziyên Êzidiyan, Ermenî, Asûrî-Suryanî, akademîsyenên Kurd ên li Ewropayê, siyasetmedarên Kurd ên li nava partiyên Ewropayê siyasetê dikin, nûnerên saziyên Ereb û tevgerên çep ên Tirkiyeyî bi giştî wê 800 kes tevlî civînê bibin. Li ser amadekariyên vê civînê duh li paytexta Belçîka Brukselê civînek hate lidarxistin.
Di civînê de ku nûnerên partiyên YNK, Tevgera Goran û partiyên li Rojavayê Kurdistanê tevlî bûn, hate ragihandin ku hemû amadekariyên ji bo civînê qediyane û biryar hate dayin ku ji bo tevlîbûna her beş û hêzê, kar bê kirin.
'DILÊ ME LI EFRÎNÊ LÊ DIDE'
Endamê Konseya KNK'ê Zubeyîr Aydar li ser civîna ku wê 11'ê Adarê bê lidarxistin agahî da ANF'ê. Aydar bi bîr xist ku ev 45 roj in bi rengekî giran êrîş li Efrînê tê kirin û got, "Dijminê me bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî Efrînê dike. YPG, YPJ û gelê Efrînê bi awayekî dîrokî li dijî vê êrîşê li ber xe didin. Ev berxwedana dîrokî mînak e. Salên dawî li Kurdistanê berxwedaneke bi vî rengî rû nedaye. Dilê me Kurdistaniyên li Ewropayê û çar parçeyên Kurdistanê li Efrînê lê dide. Her rêxistin û sazî divê ji bo Efrînê tiştekî bike. Em jî bi vê armancê di nava hewldanên cidî de ne. Lê belê ev têrê nakin, divê bêhtir tişt bên kirin."
'DIVÊ EM WÊNEYÊ XWE YÊ YEKÎTIYÊ NÎŞANÎ DOST Û DIJMINAN BIDIN'
Aydar destnîşan kir ku saziyên Kurdistanî wê civîna xwedîderketina li Efrînê bikin û got, "Li Ewropayê sazîbûneke xurt a Kurdan heye. Civateke entellektuel û akademîsyenan heye. Kesayet, nûnerên partî û saziyên Kurdistanî wê 11'ê Adarê li Hollandayê civîneke berfireh li dar bixin û helwesteke neteweyî eşkere bikin. Wê rojê wê nûnerên saziyên hemû parçeyan li civînê bin. Em ê helwesta xwe ya xwedîderketina li Efrînê ji gelê xwe û raya giştî ya cîhanê re ragihînin. Em ê vî wêneyî nîşanî dost û dijmin bidin. Ji bo piştevaniya Efrînê em bang li her beşê dikin ku tevlî civînê bibin."
'GIRÎNG E EM HELWESTA XWE YA XWEDÎDERKETINA LI EFRÎNÊ RABER BIKIN'
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Şêx Şemal jî anî ziman ku wê 11'ê Adarê bi beşdariya kesayet û nûnerên sazî û partiyên ji çar parçeyên Kurdistanê civîneke nîşandana helwestê li dar bixin û got, "Em bang li 700-800 nûner û kesayetan kir. Ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê em ê li wê derê helwesteke neteweyî eşkere bikin. Divê her kes îro xwedî li Efrînê derkeve."