Kurdistaniyan ji NY’re gotin: Bêdengî şirîkatiya qetlîamê ye!

Kurdistanî û dostên wan ên ku li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî dest bi çalakiyan kirine, bang li NY dikin ku bila li hemberî Tirkiyeyê têkeve nav hewldanan.

Kurdistanî û dostên wan ên li Cenevreyê dijîn ji bo protestokirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û ji bo protestokirina Neteweyên Yekbûyî li pêşiya avahiya NY çalakî dan destpêkirin. Hate diyarkirin ku ev çalakî wê bênavber bidome.

‘NY DIBE HEVKARÊ QETLÎAMAN’

Ji gelek bajarên Swîsreyê bi hezaran mirov hatin qada çalakiyê û pankartên ‘Tirkiye Kurdan qetil dike, NY bêdeng dimîne’, ‘Duh Kobanê îro Efrîn, duh DAÎŞ îro jî dewleta Tirkiyeyê’ hildan. Di çalakiyê de navê welatên ku piştgiriyê didin Tirkiyeyê jî hate deşîfrekirin.

Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoğanê qatîl’, ‘Tirkiye qetil dike, NY temaşe dike’ tê qîrîn. Di çalakiyê de tê xwestin ku NY û welatên endamên wê, bila li hemberî Tirkiyeyê têkevin nav hewldanan.

DÊRIK: CÎHAN LI HEMBERÎ QETLÎAMÊ BÊDENG E

Nûnera PYD’ê ya Ewrûpayê Zozan Dêrik di çalakiyê de axivî û got, “Li Efrînê 47 roj in berxwedaneke dîrokî didome. Gelê me dev ji axa xwe bernade. Li hemberî hovîtiya Erdoğan cîhan bêdeng e. Li Efrînê mirovên sîvîl tên qetilkirin.”

Dêrik diyar kir ku yek ji berpirsê qetlîama li Efrînê Rûsya ye û got, “Rûsya qada hewayî ji Tirkiyeyê re vedike, Tirkiye jî gelê me qetil dike.”

‘EFRÎN A ME YE!’

Dêrik bang li sazî û dezgehên navneteweyî û NY kir û got, “Hûn çima qetlîama li Efrînê nabînin? Her kesên bêdeng tê wateya ku ew jî berpirsên qetlîamê ne. Bila were zanîn Efrîn a me ye, em ê hemû êrîşan bişkînin.”

Çalakiya li pêşiya avahiya NY bi sloganên li dijî Tirkiye û NY didome.