Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê rabûn ser piyan!

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

DORTMÛND: Piştî ku meşa "Her der Efrîn e, her der berxwedanê" ya Meclîsên Jinan ên Herêma Dortmûnê ji aliyê polîsên Elman ve hate qedexekirin, meclîsên jinan ên herêmê daxuyaniyek dan çapemeniyê û helwesta polîsan şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Zarokên me yên li Efrînê bi çekên Elmanya tên kuştin. Dewleta Elma li şûna ku çalakiyên me qedexe bike, bila bes çekan bide dewleta Tirk."

HAMBÛRG: Zêdeyî 5 hezar Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman li dijî hewldanên dagirkirina Efrînê li taxa Repebahn a Hambûrgê li hev civiyan û meşiyan. Wekîlê Federal ê Partiya Çep Jan Van Aken li meşê axivî û destnîşan kir ku kuştina sivîlan bi tankên Elman cihê şermê ye. Nûnerê NAV-DEM'ê yê Hambûrgê Yavûz Fersoglû jî got, dagirkirina Efrînê wê ti carî neyê qebûlkirin. Meş li kolana Monckebergê qediya.

STÛTTGART: Li paytexta Eyaleta Baden Wurttembergê Stûttgartê, li kolana Konîg Strasseyê xwepêşandanek hate lidarxistin. Hevserokê Partiya Çep ê Mêclîsa Federal Bernd Rîexînger jî li vir axivî û destek da çalakiyê. Rîexînger işaret bi şerê qirêj ê Erdogan kir û got, "Ya ku Erdogan li Sûriyeyê li dijî Kurdan dike cînayet e, sû ce. Em ji hikumeta federal dixawzin ku bazirganiya xwe ya çekan a bi Tirkiyeyê re tavilê bisekinîne." Mîtînga ku jinan pêşengî jê re kir heta meydana Schlossplatzê dewam kir.

MUNCHEN: Li paytexta Eyaleta Bayernê Munchenê, duh jî xwepêşandan hebû. Kurdistaniyan ji meydna Karlsplatzê dest bi meşê kirin, ku rêxistinên civakî yên sivîl û komên çep ên Elman jî piştgirî dan wan. Zêdeyî hezar kesên tevlî çalakiyê bûn bi bîr xistin ku Kurd bi çekên Elman tên kuştin.

NURNBERG: Li bajarê Nurnbergê nêzî hezar kes ji bo Efrînê meşiyan û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de ku li gel Kurdistaniyên ji her aliyên Kurdistanê, Elman û koçberên Tirkiyeyî jî amade bûn, pankarta bi nivîsa "Bila firotina çekan ji bo Tirkiyeyê raweste" hate vekirin.

ASCHAFFENBURG: Kurdistanî û Elmanên li bajarê Aschaffenbûrgê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.

REGENSBÛRG / BAMBERG: Li bajarên Regensbûrg û Bamberg ên Eyaleta Bayernê Kurdistanî li gel dostên xwe yên Elman daketin qadan. Xwepêşandêran bang li hikumeta federal kirin ku ji bo Efrînê bikeve nava liv û tevgerê.

HANNOVER: Li paytexta Eyaleta Nîedersachsenê Hannoverê, zêdeyî 5 hezar kes meşiyan. Di meşê de hat xwestin ku ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê were ferzkirin. Li gel barîna berfê jî Kurdistaniyan çalakiya xwe li dar xistin û komkujiyên ku artêşa Tirk li Efrînê dike şermezar kirin.

GOTTÎNGEN: Li bajarê Gottîngerê, bi armanca şermezarkirina hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk xwepêşandaneke griseyî hate lidarxistin. Zêdeyî sed kes li meydana Ganselîeseyê li hev civiyan û heta Rote Strasseyê meşiyan. Çalakgeran berxwedana Efrînê silav kirin.

LÎNGEN: Ji bo Efrînê li bajarê Lîngenê jî zêdeyî hezar kes meşiyan Girseyeke qelebalix a Elman jî destek da xwepêşandanê. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

OLDENBÛRG: Li bajarê Oldenbûrgê Kurdistanî û dostên wan li ber gara navendî ya trenê li hev civiyan û dirûşmên "Bijî Serok Apo"," Bijî berxwedana Efrînê" û "Şehîd namirin" qîriyan. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û bal hate kişandin ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike.

DARMSTADT: Kurdistaniyên li bajarê Darmstadtê dijîn xwepêşandaneke griseyî li dar xistin. Bi hezaran kesên li ber gara trenê li hev civiyan dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de bang li her kesî hate kirin ku bi ruhê Kobanê xwedî li berxwedana Efrînê derkevin.

LEÎPZÎG: Li bajarê Leîpzîgê Kurdistanî tevî dostên xwe ji kolana Eîsenbahnstrasseyê ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî berxwedana YPG'ê", "Terorîst Erdogan", "Bila panzerên Elman ji Kurdistanê bên vekişandin" hatin qîrîn.

CHEMNÎTZ: Li bajarê Chemnîtzê meşek hate lidarxistin. Tevî Kurdan, Elman jî bi rengekî girseyî tevlî çalakiyê bûn. Nûnerên Partiya Çep û MLPD'ê li çalakiyê axivîn û piştgirî dan berxwedana Efrînê.

LUBECK: Li bajarê Lubeckê yê Eyaleta Schleswîg-Holsteînê ji bo Efrînê xwepêşandanek hebû. Nêzî hezar kes tevlî çalakiyê bûn û êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê û komkujiyên ku dike, şermezar kirin.

KAÎSERSLAÛTERN: Li bajarê Kaîserlaûtern ê Eyaleta Rheînland-Pflazê, nêzî hezar Kurdistanî û dostên wn ji bo Efrînê daketin qadan. Di çalakiyê de ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat, gelek saziyên Elman jî tevlî bûn. Nûnerê Partiya Çep bang li dewleta Elman kir ku li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bêdeng nemîne.

WÎTTLÎCH: Li bajarekî din ê heman eyaletê li Wîttlîchê bi sedan Kurdistanî ji bo Efrînê meşiyan û li ber gara trenê mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bila panzerên Elman ji Efrînê derkevin" û "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.

BONN: Li bajarê Bonnê yê eyaleta NRW, zêdeyî 2 hezar kes ji bo Efrînê linavenda bajêr meşiyan. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Pêşî li terora dewleta Tirk a li Efrînê bigirin" hate vekirin û aleke mezin a rêveberiya xweser a Rojava hate vekirin. Her wiha bang li hikumeta Elman hate kirin ku pêşî li terora dewleta Tirk a li Efrînê bigire.

MAGDEBÛRG: Li bajarê Magdebûrg ê Eyaleta Sachsen-Anhaltê Kurdistaniyan ji ber gara trenê dest bi meşê kirin û heta navenda bajêr meşiyan. Tevî Kurdistaniyan gelek Elman jî tevlî çalakiyê bûn. Xwepêşandêran xwestin êrîşên li ser Efrînê tavilê werin rawestandin û ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin.

FRANKFÛRT: Bi hezaran kesên ji bajarên Frankfûrt, Offenbach, Hanaû, Russelsheîm û Maînzê li ber HBF a Frankfûrtê li hev civiyan û heta meydana Romerê meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Merkel fînanse dike, Erdogan lê dide" hatin qîrîn.