Kurdên Marsîlyayê kampanyaya reşkirinê şermezar kirin

Kurdên Marsîlyayê kampanyaya reşkirinê şermezar kirin

Seroka Navena Çanda Kurd a Mezopotamyayê ya Marsîlyayê (NÇM-Marsîlya) Nezahat Şahîn kampanayaya reşkirinê ya ku piştî di serdegirtina malan de 3 ciwanên kurd hatin binçavkirin, hate destpêkirin şermezar kir.

Ji sê ciwanan yek ê bi navê Suat hate berdan û endamê komeleyê û karkerê avadaniyê (înşeat) Emrah û bavê sê zarokan Mazlum birin Parîsê û li wir hatin girtin. Her du kesên ku di têketina Aix-en-Provence hatin binçavkirin jî agahî ji wan jî nehat girtin. Dozgerê dij terorê yê Fransayê ev kes bi gumana ku ‘suîkastê pêk tînin’ girt û di nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de hatin servîskirin de jî kampanyaya dij-kurd a çapemeniya tirk dimeşîne bi bîr xist.

KURD TÊN MEXDURKIRIN

Seroka NÇM’ê Nezahat Şahîn nûçeyên bi sernavên ‘Li Marsîlayayê çeteyê terorê yê kurd hate hilweşandin’ yên di çapemeniya Fransayê de derket bi zimanekî tund şermezar kir. Şahîn da zanîn ku kurdên herêmê ji ber van nûçeyan pirsgirêkên cidî dijîn û wiha got: “Dixwazin hêmaya ‘Kurd= terorîst’ di hişê civaka Fransayê de bi cih bike. Ji ber van reşkirinan kurd mexdur dibin û li Başurê Fransayê nekarin kar û malê bibînin.”

DERIYÊ KOMELEYAN JI HER KESÎ RE VEKIRÎ YE

Şahîn wiha got: “Nayê zanîn ku serdegirtin çima pêk hatine. Nûçeyên ku çapemeniya Fransayê çêkirine û yek alî ne, mafê gotinê nadin kurdan, ev yek ne ehlaqî ye û em şermezar dikin. Raya giştî ya Fransayê şaş tê bi agahdarkirin. Komeleya me saet di 09.00’an de vedibe heta 20.00’an vekirî ye. Her kes dikare tevlî xebatên komeleyê bibe.”

DIVÊ ÇAPEMENIYA FRANSAYÊ NEBE AMÛRA KAMPANYAYA REŞKIRINÊ

Şahîn bang li çapemeniya Fransayê kir û wiha got: “Divê çapemeniya Fransayê têkoşîna azadiya kurd rast bide nîşandan. Divê nebe amûra kampanyaya reş kirin. Her rojnameger kengî bixwaze dikare tevlî xebatên me bibe û bişopîne û bi raya giştî re parve bike. “ Şahîn got li Ewropayê nêzî 2 mîlyon kurd dijîn û got “bûyerên tarî bi kurdan didin paqijkirin û ev yek nayê qebûlkirin. Şahîn wiha pê de çû: “Tu agahiya me û eleqeya me bi bûyerên çapemeniya Fransayê tune. Em bûyerê nizanin.Ev polîtîkaya krîmînalîzekirinê ye. Divê dest ji vê helwesta xwe berdin. Gelê kurd nêzî azadiyê ye. Divê Kurdistanî zêdetir li saziya xwe xwedî debirkevin. Li dijî van kampanyayên reşkirinê divê em bibin endamê komeleya xwe.”