Li bajarê Zurîh yê Swîsreyê kurdan civîneke gel pêk anîn û salnameya şahî û çalakiyên xwe yên ku dê di meha cotmehê de pêk bînin derxistin. Di civînê de banga tevlibûna kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ û bernameyên şermezarkirina komploya navnetewî hate kirin.
Kurdên li Zurîhê dijî li Komeleya Çanda Kurd duh civînek pêk anîn û di civînê de geşedanên dawî yên siyasî nîqaş kirin û di civînê de banga tevlibûna çalakiyên di meha cotmehê de dê pêk were hatin kirin.
Di civîna gel de nivîskar Fuat Kav axaftinek kir û da zanîn ku Têkoşîna Azadiya Kurd hemû hêza xwe bi cîhanê daye qebûlkirin. Kav destnîşan kir ku heta ku PKK tevlî hesab neyê kirin tu hêz nekare li Rojhilata Navîn polîstîkyên xwe bike jiyanê. Kav wiha pê de çû: “Bila gelê kurd di vê pêvajoyê de bi awayekî aktîf tevli pêvajoyê bibe. Ji bo ev veguhere serkeftineke mayîn de divê gelê kurd li her cihê ku dijî vê pêvajoyê fêm bike. Kurdên li Ewropayê û bi taybetî jî li Swîsreyê dijîn divê vê berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Di meha cotmehê de çalakî û bername tên pêkanîn. Kampanyaya îmzeyan û Otobusa azadiyê di 6’ê cotmehê de li herêma Bern dê çalakiya şermezarkirina komployê, di 7’ê mehê de li Solothornê bi PYD’ê re şeva piştevaniyê dê pêk were. Di 17’ê cotmehê de jî şeva bi malbatên şehîdan re piştevanî dê pêk were.”
YURTSEVER BI ÇEWLÎKIYAN RE HATE CEM HEV
Li aliyê din serokê BDP’a Çewlîkê Halîs Yurtsever, li Komeleya Çanda Kurd a Zurîch roja şemiyê civînek pêk anî û bi Çewlîkiyan re hate cem hev.
Yurtsever wiha got: “Gelê kurd li her qadê rabûye ser piyan û ji bo azadiya rêberê xwe û statuya xwe dengê xwe bilind dikin. Ev yek ne mumkune bi polîtîkayên qirêj bê çewisandin. Li Çewlîkê li hemberî avahiya BDP’ê êrîşa provakasyonê pêk hat. Lê gelê Çewlîkê bersiva pêwist da û ev provakasyon vala derxist.”