Kampanyaya îmzayan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin li seranserê Ewropayê belav dibe. Di vê çarçoveyê de li paytexta Norweç Osloyê jî bi pêşengiya jin û ciwanan hate destpêkirin.
Kurdên li Oslo û derdora wê dijîn kampanya îmzayan li ber derê Oslo S navenda bajêr dane despêkirin.
Kampanya ji aliyê Komela Navenda Çanda Kurdistan a Oslo û Komela Ciwanan Ung-Kurd hatiye despêkirin û vê heya cend rojan berdewam bike. Di destpêka kampanyayê heta niha Kurdistaniyan di nav gel da îmza kom dikirin.
Tê zanîn ku Oslo bi navenda hevdîtin û muzakereyan tê naskirin û kurdên li wî welatî jî dixwazin ew kampaniya bi awayekî berfireh belav bikin û hemû aliyên civakê li ser rewşa kurdan agahdar bikin.