Kurdên li Marsîlyayê DYA protesto kirin

Kurdên li Marsîlyayê DYA protesto kirin

Li Marsîlyayê qasî 200 Kurdan ku piraniya wan ji ciwanan pêk dihat, ji ber sedema rolê DYA’yê di komkujiya Roboskiyê de, DYA protesto kirin. Kurdistaniyên ku meşiyan ber seferatxaneya DYA’yê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Meşa ku ciwanan organîze kir, di demjimêrên şevê de li qada Canebiere destpê kir heya qada Felix Baret berdewam kir.

Polîsên Franseyê li derdorê qada Felix Baret ku sefaretxaneya DYA û Walîtî lê ye ewlekariyên berfireh girtin û destûr nedan çalakvan nêzî ber avahiya Sefaretxaneyê bibin.

Kurdên ku bi pankarta “DYA’yê îstîxbarat da, balefirên Tirkan jî bombebaran kir, 34 sivîl qetil kirin” dema ku nekarin pêşdetir biçin, li deriyê qadê kombûn. Çalakvan piştî ku ji bo 34 gundiyên Roboskiyê û şehîdên şoreşa cîhanê deqîqeyek rêz girtin, çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Piştre nûnerê ciwana mafê axaftinê girt û got; DYA herî kêm qasî dewleta Tirk ji komkujiyê berpirse û DYA şermezar kir. Nûnerê ciwanan aşkera kir ku, li Roboskiyê hemû kurd hatine bombebarankirin û ji bo kujer hesabê bidin ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Di heman demê de Kurdistaniyan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 10 mehan zêdetir e hevdîtin pêre nayên pêkanîn. Ciwanên ku azadiya Ocalan xwestin, pankartên “Rêberê me hebûna me ye, dem dema parastina hebûna me ye” hilgirtin. Di axaftinên hatin kirin de, hat diyarkirin ku dê ciwanên Kurd li dijî tecrîdê her dem di nava çalakiyan de bin.