Kurdên li Ewropayê li qadan e
Kurdên li Ewropayê li qadan e
Kurdên li Ewropayê li qadan e
Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên ji bo Kobanê duh êvarê daketin qadan, dewam dike. Li Londonê li Balafirgeha Gatwich û pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê, li Oslo û Viyanayê li ber Parlamentê, li Stasbourgê li ber qenala televîzyonê ya RF3, li Liege li ber Balafirgehê çalakî hatin lidarxistin.
LONDON


Tevahiya rojê li paytext Londonê çalakiyên ji bo Kobanê dewam dikin. Bi sedan Kurdistaniyan li balafirgeha Gatwick a Londonê dest bi çalakiyê kirin.
Li balafirgeha Gatwickê çalakî dewam dike, li ber Sefaretxaneya Komara Tirkiyeyê ya li Londonê jî ciwan çalakiyê lidar dixin.
Bi sedan Kurdistaniyên nîvê şevê hatin termînala Bakur a balafirgeha Gatwickê, li beşa çûyînê çalakiya dagirkirinê dan destpêkirin. Çalakgerên li dijî DAIŞ'ê dirûşme qîriyan, çalakiya wan dewam dike. Polîsên ku hemû derî girtiye, kesî nagire hundir. Yên bi armanca destekdayîna çalakiyê hatin, ji aliyê polîsan ve li ber derî tên sekinandin û çalakî hînê dewam dike.
Li navenda Londonê jî çalakî bi giranî li meydana Trafalgar Square tê lidarxistin. Bi sedan kesên danê êvarê li meydanê kom bûn, erîşên DAIŞ'ê protesto kirin. Nêzî hezar çalakgerî trafîk girtin û destnîşan kir ku heta gefa li ser Kobanê dewam bike, ew ê di çalakiyê de ti pîvanan nas nekin. Çalakî dewam dike.
VIYANA


Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, saet di navbera 20.00-22.00 de nêzî hezar kes li ber parlamentê çalakiya rûniştinê lidar xistin.
Kurdistaniyan xwestin, di serî de Awûstûrya hemû welatên Ewropayê dawî li bêdengiya xwe bînin û rêya li ber parlamentê li trafîkê girtin.
Li dû hevdîtina bi parlamenteran re, çalakî bi dawî bû. Çalakî ji aliyê hejmareke zêde endamên çapemeniyê ve hat şopandin.
Parlamentera Kurd Bêrîvan Aslan, wekîlê Parlamenta Eyaleta Viyanayê Şenol Akkiliç, endamên Partîzan, MLKP, Partiya Sosyalîst a Ewropayê jî beşdarî çalakiyê bûn.
STRASBOURG

Li bajarê Fransa Stasbourgê jî Kurd li ber qenala televîzyonê ya FR3 bûn.
Çalakgeran dirûşmên "Koalîsyona navneteweyî ji ber çi disekine", "Komkujiya Kobanê bisekinînin" qîriyan û polîsê Fransayê xwestin ku çapemeniya herêmî û neteweyî bên cihê çalakiyê. Piştî ku hejmareke zêde nûnerên medyayê hatin, çalakî hat bidawîkirin.
Nêzî 50 ciwan ji vir ber bi gara trenê û Konsolosiya Tirk meşiyan û çalakî lidar xistin.
Li Strasbourgê wê îro saet di 14:00 de li Place Kleberê mîtîngek bê lidarxistin.
OSLO
Li paytexta Norwêc Osloyê jî, li ber parlamentê ji saet 21:00 û vir ve çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.
Tevî hewa sar jî, polîsên Norwêcê nehiştin kon bê vedan. Çalakeran dan xuyakirin ku heta bi Serokê Parlamentê re hevdîtinê nekin, ew ê çaakiya xwe bi dawî nekin.
Nûnerên Goran û YNK'ê jî tevlî çalakiyê bûn.
LIEGE
Li bajarê Belçîka Liege, li balafirgeha navneteweyî ji bo Kobane çalakî hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Stuttgartê jî, jinên Kurd bi alên YPG'ê û pankartan li balafirgehê çalakî lidarxistin.