Kurdên li Ewropa ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan li qadan in

Kurdisaniyên li Ewropa, ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan in. Bi hezaran kes tevlî çalakiyên li payetext Parîs a Fransa û bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bûn.

PARÎS

Kurdistanî û dostên wan li paytext Parîs a Fransyaê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek lidar xistin.

Bi hezaran Kurdistanî tevlî çalakiya li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Frasa (CDK-F) hate lidarxistin bûn.

Kurdistanî saet 15:00’an li Qada Repûblîqe kom bûn, ber bi Qada Bastîlle ve maşiyan. Li pêşiya meşê wêneyeke Ocalan ê mezin hate vekirin û pankarat “Ji Ocalan re azadî” hate bilindkirin.

Li Qada Bastîlle mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Vedat Bîngol axivî û wiha got: “Komplogerên Navneteweyî beriya 19 salan Ocalan radestî dewleta Tirk a faşîst kirin. Di kesayeta Ocalan de dixwazin hemû gelê ku li dorî felsefeya wî bûne yek tine bikin, lê niha gelên li dor pardîgmaya Ocalan bûne yek hê bi hêztir li ber xwe didin.

Bila Dewleta Tirk bi Rêbertiya me, me neceribîne, heta ku agahiyek ji Rêbertiya xwe em bigirin, wê çalakiyên me dewam bikin.

Çalakî ji bo tevlîbûna çalakiya rûniştinê ku roja Dûşemê li pêşiya avahiya CPT’ê û Koseya Ewropayê bê lidarxistin bang li Kurdisanî û dostên wan hate kirin.

Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.

DUSSELDROF

Kurd û dostên wan ên li bajarê Dusseldorf ê eyaleta NRW ya Elmanyayê kom bûn, ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan meşek lidar xistin.

Meşa ku bi hezaran kes tevlî bûn, ji pêşiya stasyona trenê ya navendê destpê kir, bi mîtînga li pêşiya Parlementoya Eyaleta NRW’ê bi dawî bû. Kurd li gel posterê Ocalan ê mezin bi pankartên mîna “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdisatnê re statû”, “ Ji Faşîzmê re na” vekirin, bi qasî 2 saetan li navenda bajêr meşiyan. Di maşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şer şer, ji bo azadiya Ocalan şer”, “Ji bo Kurdistanê şer” û “Bê Serok Apo jiyan nabe” hate qîrkirin. Meş li pêşiya Eyaleta NRW’ê bi mîtîngekê bi dawî bû. Di axaftinên mîtîngê de li ser navê TJK-E, NAV-DEM, PYD û MLK’ê hate dayîn, daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Li aliyê din di dema meşê de polîsên Elman êrîşî ciwanên Kurd kirin. Di encama êrîşan de hinek kes hatin binçavkirin û birîndarkirin.

Di mîtîngê de li ser navê TJK-E’yê aktivîst Yildiz Fîlîmcî axivî û diyar kir ku ev hefteyekin li ser linganin û got: “Em 19 sal in bi daxwaza azadiya Ocalan di nava çalakiyan de ne. Lê heta niha ti bersivek ji bo daxwaza me nehatiye dayîn. Heta ku ev daxwaz werin cih em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Divê bi lezgîn ji bo malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne CPT bikeve dewreyê.”

Hevseroka NAV-DEM’ê Ayten Kaplan jî axivî û bal kişand ser rewşa Ocalan û wiha got: “Di komploya navneteweyî de rola welatên Ewropa zêde ye. Ev welat divê ji berpirsyariyên xwe nerevin. Wê li Ewropayê çalakiyên me heta azadiya Ocalan dewam bikin.”

‘KURD DI PÊŞENGTIYA OCALAN DE LI ROJHILATA NAVÎN PÊŞENGTIYÊ DIKE’

Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhali jî axivî û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a dîrokî û wiha pêde çû: “Gelê Kurd ev sed sal zêdetire ku têkoşîneke bê hempa dide meşandin. Bi hezaran sal e bi keda Rêber Apo xwe gihandiye sedsala 21’ê. Di kesayeta Ocalan de li Rojhilata Navîn rola xwe dilîze. Bi berxwedana li Rojava nîşaneya herî serkeftî ya vê ye. Ya dikeve ser milê me divê em vê têkoşînê heta dawiyê bibine. Azadiya Ocalan û Kurdistanê girêdayî me ye.

Di axaftinên li ser navê PYD’ê hatin kirin de jî hate diyarkirin ku Reqa bi felsefeya Ocalan hate azadkirin û ev têkoşîn dewam dike. Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde mîtîng bi derketina hunermed Bulent Tûran û Koma Welat re bi dawî bû.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ji bo tenduristî û ewlehiya Ocalan meşek hate lidarxisitn. Meşa ku seat 14:30’an de destpêkirî li Altefûerwach ê start hate dayîn.

Di çalakiya ku belavok hatî belavkirin de NAV-DEM û Nûnertiya Eyaleta Saarland a YJK’ê axaftin kirin.

NURNBERG

Kurdistaniyên ku li bajarê Nurnberg ê Elmanya û derdora wê dijîn de ji bo Ocalan di çalakiyê de bûn. Kurdistanî û dostên wan ku di seat 16:00’an de li pêşiya Lorenz Kîrche li hev civiyan bal kişandin li ser tendurisî û ewlehiya Ocalan.

ÛLM

Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê jî dibin pêşentptiya NCDK de mîtînga ‘Ji Ocalan re azadî’ hate lidarxistin. Kongreya Civaka Demokratîk-Ûlm (HDK-Ulm) hevparên wê NAV-DEM, AGİF, SYKP Û ADHK’ê piştgirî dan mîtîngê.

Girseya gel li Markplatz ku avahiya şaredariya Ûlmê ji li wire hatin gel hev, nerazîbûn nîşanî polîsên ku destûr nedayîn posterê Ocalan bê vekirin da.

Di çalakiyê de pankarta mezin a bi nîvîsa ‘Ji Ocalan re azadî, Ji Kurdistanê re azdî’ hate rvekirin û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ,’Merkel fînanse dike, Tirkiyey lê dixe’ û ‘Terorîst Tirkiye’ hatin avêtin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî ji bo tendurisî û ewlehiya Ocalan meşek û mîtîngek hate lidarxistin.

Seat 15:00’an ji Damm Breîtscheîd Platz heta Adenaûer Platz meş û mîtîng hate lidarxistin.

Çalakiya ku dibin pêşengiya Meclîsa Jinan a Dest Dan ve hatî organîzekirin NAV-DEM Berlîn, PYD Berlîn, HDK BerlÎn û Partiya Nû û Demokrasiyê beşdar bûn.

Di axaftinên di çalakiyê de hatîn krin de tecrîda li ser Ocalan hate şermezar kirin. Polîsan jina bi navê Sûssana Rosslîng bi hînceta ku ala YPJ’ê rakiriye demekî kurt binnavç kir. Li ser berteka girseya gel Rosslîng hate berdan.

Komîteya Amadekar diyar kir ku wê çalakiyên wan bidomin.

Meş li Adenaûer Platz bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

HALLE/MAGDEBÛRG

Li bajarên Halle û Magdebûrg têkildarî tenduristî û ewlehiya Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxisitn.

Girseyekî qelebalix beşdarî her du meşan bûn.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdistanî û dostên wan ji bo Ocalan di çalakiyan de bûn.

Kurdistanî û dostên wan di seat 13:00’an de li Îsrael Plads li hev civiyan û li cadeya herî qerebalix a Kopenhgê meşiyan û piştre jî li qada Gammeltorvê mîtîngek lidarxisitn. Piştî axafitinên Meclîsa Civaka Demorkatîk a Kurd û Meclîsa Jinan a Sevê çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘ Faşîst, Dîktator Erdogan’ û ‘Terorîst Erdogan’ bi dawî bû.

LEEDS

Li bajarê Leeds yê bakûrê Îngiltereyê gelê Kurd ji bo Ocalan derketin qadan.

Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser tenduristî û ewlehiya Ocalan û di axaftinan de wiha hate gotin; “Nûçeyên xirab yên girêdayî tenduristiya Ocalan di tevna civakî de têne weşandin. Ev jî me dixe nava fikaran. Di vê di demek lezgîn de heyetekî serbixwe biçe Îmraliyê..”

NÎCE

Li bajarê Nîce yê Fransayê bi armanca bal kişandina li ser tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Meşa ku li Place Massena destpêkirî heta Gara Nîce dewam kir.

Girseya gel bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ avêtin û bi pankarta ‘Lîberte pour Ocalan’ meşiyan.

Di çalakiya ku belavok jî hatîn belavkirin de banga xwedî derketina li Ocalan hate kirin.