Kurdên li Denmarkê dijîn, ji ber agahiya sîxûrî ya beriya Komkujiya Roboskê dabû Tirkiyeyê DYA’yê protesto kirin û xwestin firotina çekan û pavekirina agahiyên bi Tirkiyeyê re rawestîne.
Li hemberî hemû nerazîbûnên li hemberî karanîna balefirên bê mirov ên Predator ên DYA’yê ku di her carekê de dibe sedema mirina sivîlan, zêdetir dibin, lê dîsa jî karanîna van balefiran weke berê berdewam dike.
Piştî ku aşkere bû ku DYA’yê beriya Komkujiya Roboskê ya ku di 28’ê berfanbara 2011 de pêk hat û di encamê de 34 sivîl jiyana xwe ji dest dan, agahî daye Tirkiyeyê, Kurdan dest bi protestokirina DYA’yê kirin. Kurdên li Denmarkê dijîn li roja sêşem li ber Balyozxaneya DYA ya li paytest Kopenhagê kom bûn û ji DYA’yê xwestin dawî li hevkariya bi Tirkiyeyê re bîne.
Di çalakiya bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd ên li Denmarkê (FEY-KURD) pêk hat de, Komeleya Xwedekarên û Akademîsyenên Kurd ên Denmarkê FOKUS-A, Komeleya Karsazên Kurd ên Denmark, Komîteya Ciwanan, Komeleya Jinan, Komeleya Dostaniya Kurd-Danîmarkayê Hillerød , Komeleya Dostaniya Denmark-Kurd, Komeleya Sarmaşik û ve Mesopotamiens Sol (Mezopotamya Roj) jî piştgirî dan çalakiya Kurdan.
Kurdan di çalakiyê de bang li DYA’yê kir ku dest ji hevkariya bi Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan berde û tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.