Kurd tucarî winda nakin, ji ber ku…

Kurd tucarî winda nakin, ji ber ku…

Bavo ji wan re bêje: “Kurd tucarî winda nakin.” Temaşeyî serê cigara te agir pêxistî bike, ji bo bikeve kefa destê wan pifbike û ji wan re bêje: “Xwelî”

Piştî ku te ev gotin jêre got, zimanê xwe bigehîne xweliyê. Tamek xweş ya wê heye, ma ne wisa? Tamek xweş ya xweliyê heye bavo: Hinek tirş, destpêkê peqoşkên wê hişk dike, tifê zêde dike. Wê demê tu dê bêjî: “Kurd tu carî winda nakin, ji ber ku ew hakimê êşa xwe ne.”

Vê gotinê dubare bike bavo. Li ser vê pêwîstî bi şîroveyê tuneye, ziyaretvan dizanin ku xwelî çiye. Di nava me de yê ku birîna wî heyî û birîna xwe bi xweliyê pansûman nekir heye? Li gel me ji kevin de, dixwazî bila mezin be, dixwazî bila zarok de paçek qumaş tê şewitandin û li ser birînê dişidînin. Şîrove neke bavo. Tenê bi temaşekirina serê cigara te agir pêxistî bimîne. Wekû Mele Selîm ku di serê sedsala 20’an de piştî têkçûnê xwe spartî Sefaretxaneya Rûsyayê.

Mela Selîmê Bidlîsî beriya ku ji sefaretxaneya ji aliyê leşkerên Osmaniya ve derdora wê hatî dorpêçkirin derxistî û li qadê darvekirî, hemû dilpakiyên xweliyê ji sefaretxaneya ew pejirandî re vedibêje. Mela Selîm dibêje, “Xwelî” û dinûhire. “Ji çaketê xwe tayek bikêşin û bişewitînin, hûn dê bibînin hûn dê xweliyê jê bigirin.”

Ev serpêhatî ji aliyê nivîskarê osta Selîm Berekat ku weke destan Kurdan ya bi navê “Kuş tüylerî” û vegerandî zimanê Fransî (Les plumes) de derbaz dibe. Berekat ku li Qamişloyê ji dayîkbûye û weke “Yaşar Kemal”ê Sûriyeyê tê nasîn, zimanê helbestê yê ku bikaraniye, tama helbestên nivîskar û helbestvanê Kûbayê Jose Lezaman Lîma jê tê. Berekat metaforên ecêp, pêşveçûnê ku nikare pêşbîniya wan were dîtin, navhev xistina rastî û xeyalê bi awayek ecêp û bi zimanê helbestî, çîrokê bi awayek awarte vedigerîne xeberoşkê.

Pirtûka ku demek nêz di weşanên Actes Sud de derket, wekû Mela Selîmê ku dilpakiya xweliyê vedigot, bûyer û kesên ku navên xwe li dîroka Kurdan xistine, bi kurtasî dîroka Kurdan û girêdana biratiya Mem û Dînor bi awayek osta vedibêje.

Erê, dikarî agir bi tayek û parçeyek paç ve bixî û xweliyê bidest bixî. Lê belê xwelî, di çanda Kurdan de xwedî cihekî pîroze jî. Ev pîrozî xwe dispêre hezaran salî, herî kêm ji bo Kurdan ji dîroka Zerdeştiyê tê. Hêjan mirov şopên xwelî û agir di çanda Kurdan de dibîne. Weke ku li gelek cihan, av rijandina li ser agir… Di Elewîtiyê de jî ku berdewama Zerdeştiyê ye agir, ocax û xwelî pîroze.

Agir û xwelî pîroze. Di pirtûka pîrooz ya Zerdeşt Awestayê de agir nûnertiya Ahûramazdayê dike, ji xirabiyan paqij dike. Agirê ku nûnertiya bereketê jî dike, di heman demê de dibe boneya ku mirov li derdorê keyfê bikin û hevgirtinek ya civakê jî çêbibe. Weke din “girên xweliyê” yan jî “kuleyên bêdengiyê” hene…

Zerdeşt dibêje, “Pêwîste du bixwazî xwe di nava agirê xwe bixwe de bişewitînî. Ger tu nebî xwelî tu dê çawa xwe nû bikî? Di pirtûka Nietzsche ya “Zerdeşt wiha ferman da” de.

“Min karî, xwe û yê êşê dikişîne. Min xweliya xwe kêşa çiyan. Û min ji xwe re pêtek hêj paqijtir dît. Û temaşe bikin, wê demê di cih de xeyalet winda bû.”