Di Kongreya 24’emîn a Enternasyonala Sosyalîst (Socialist International) a li Efrîkaya Başûr de, Serokkomarê Iraqê û rêberê YNK’ê Celal Talabanî bû alîkarî serokê giştî, Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî bû alîkarê serokê parzemîna Ewropayê. BDP jî gihişt statuya beriya endamtiya tam û hemû partiyên Kurd li hev civiyan, hewl dank u koma xebatê ya Kurdan a di nava Enternasyonala Sosyalîst de ji nû ve aktîf bikin.
Ev cara yekem e ku Kogreya Enternasyonala Sosyanlîst (ES) li Efrîkaya Başûrê tê lidarxistin. Kongreya ku ANC malovaniya wê dike di navbera 30’ Tebax û 1’ê Îlonê de tê lidarxistin. Ev kongreya ES her sal bi beşdariya hemû endaman, serokwezîrên welatan, rêberên welatan û endamên partiyan pê tê. Di encama hilbijartinan de Luis Ayala careke din bû sekreterê ES’yê.
Di kongreyê de 31 alîkarên serok hatin hilbijartin. Di nava de Celal Talabanî careke din weke alîkarê serok ê ji Rojhilata Navîn hat hilbijartin. Rêberê CHP’ê Kemal Kiliçdarolgû jî weke alîkarê serok ê ji Parzemîna Ewropayê hat hiltijartin.
Ev kongreya ES her sal bi beşdariya hemû endaman, serokwezîrên welatan, rêberên welatan û endamên partiyan pê tê. Di encama hilbijartinan de Luis Ayala careke din bû sekreterê ES’yê. Li ser navê BDP’ê jî Hevseroka Giştî Gultan Kişanak, Parlementerê Wanê û Berpirsê Peywendiyên Derve yên BDP’ê Nazmî Gur û Nunerê BDP’ê yê Ewropayê Eyûp Dorû û nunerên Efrîkaya Başûr beşdar bûn.
JI BO ENDAMTIYA TAM PÊNGAVEK MA
BDP, di kongreya beriya vê de weke “vexwendî”, di vê kongreyê de weke “çavdêr” beşdar bû û di vê kongreyê de gihişt statuyek nû. BDP’ê statuya “piştevaniyê” ya beriya endamtiya tam bi dest xist û ji niha û pêve dema biryar hatin girtin, dê bi BDP’ê re jî bişêwirin.
BDP, bi pozîsyona xwe ya berê ve nedikarî beşdarî biryardayînê bibe. Nunerê BDP’ê yê Ewropayê Eyup Dorû ragihand ku ew ê di civîna konseya serokatiyê de “endamtiya tam” bînin rojevê û hewl bidin ku lez bidin vê yekê.
HEMÛ PARTIYÊN KURDAN LI HEV CIVIYAN
Di kongreya li bajarê Cape Town pêk hat de BDP’ê hevdîtinên girîng pêk anî. Roja 30’ê Tebaxê, pênçşemê BDP bi partiyên endamên ES û partiyên Kurd ên weke “vexwendî” beşdar bûn re li ser xwarinê hatin cem hev. Tevî BDP, YNK û PDK-Îran ên ku endamên tam ES ne, PDK (Başûrê Kurdistanê) ya ku vexwendî û Komala li hev civiyan.
Dorû got; “Ji bo koma xebatê ya Kurdan ji nû ve were aktîfkirin, me bi hev re pêşnûmeyek a biryaran amade kir, em ê pêşkêş sekreteriya giştî bikin.” ES, di sala 1999’ê de koma xebatê ya Kurdan ava kiribû, lê piştî ku serokê ES yê ji Swêdê mir, kom careke din belav bibû.
Dorû got; “Em pêşketinên li Rojhilatê Navîn û girîngiya Kurdan anî berçavên xwe û me xwest em careke din ji nû ve koma xebatê ya Kurdan çalak bikin. Dorû destnîşan kir ku ew li bendê ne ku pêşnûme were erêkirin û got; “Kurd dê bibin komek çalak a xebatê.”