Biboneya 14’mîn salvegera komploya navnetewî ya bûye sedem ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derbikeve, Kurdên li Swîsreyê jiyan dikin dê sibe roja Şemiyê li paytext Bernê xwepêşandanek mezin lidarxînin. Kurdistanî dê tecrîda li ser Ocalan protesto bikin û daxwaza azadiya Ocalan bikin.
Çalakî dê di 6’ê Cotmehê di demjimêr 13.00’an de li ber Parlementoya Federal ya Swîsreyê bi awayek mitîng pêk bê. Çav lê ye ku, hinek parlementerên Swîsreyî, nûnerên rêxistinên sivîl û ji gelên cûda yên piştgiriya Kurdan dikin tevlî mitîngê bibin.
Tevgera jina Kurd jî dê di mitîngê de standek ya îmzeyan dane û bi daxwaza ji Ocalan re azadî îmzeyan kom bike. Komeleyên Kurdan yên ku mitîngê organîze dikin, banga tevlîbûnê kirin.