Piştî ku derket holê li pişt Komkujiya Roboskê ya ku 34 welatî hatin qetilkirin DYA heye û îstîxbarat daye, li gelek welatên Ewropayê li dijî DYA’yê protesto didomin.
Roja duşemê saet di 13.00’ande li bajarê Dusseldorfê bi armanaca ku DYA’yê ku di komkujiya Roboskê de rola wê heye protesto bikin dê çalakiyek bê lidarxistin. Her wiha ji bo firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin jî dê bertek bê nîşandan.
Çalakiya protestoyî ya ku Komeleya Çanda Kurd a Dusseldorfê organîzekriiye dê li ber sefaretxaneya DYA’yê pêk were. Li bendê yeku ji Dusseldor, Koln, Duîsburg, Essen, Bonn û Dortmundê kurd tevli bibin.