Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, bi boneya balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan, bang li Kurdên li welatên Ewropayê dijîn kir ku di 1’ê Îlonê de li ber Konseya Ewropayê bin.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê gelê Kurd xwe amade dike ku careke din ji bo azadiya Ocalan,aşitî û xweseriya demokratîk di 1’ê Îlonê de li qadan be. Kurdên li Ewopayê dijîn jî dê di heman rojê de li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Franse Strasborugê bin.
Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya ku ji 25’ê Îlonê ve li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiya nobeta bênavber daye destpêkirin, dê di 1’ê Îlonê de li heman cihî mitîngek li dar bixe. Tê payîn ku bi taybet gelê Kurd ê li Frasne, Swîsre, başûrê Almanya û Strasbourgê dijîn beşdarî mitîngê bibin.
Înîsiyatîfê di daxuyaniya weşand de got; “Dewleta Tirk hînajî siayseta komkujî, înkar û îmha ya li hemberî gelê Kurd bi aşkereyî dide berdewamkirin, tecrîd û polîtîkayên li hemberî Serok Apo bi heman awayî berdewam dikin. Dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê yên ku bi awayeke topyekun îmhayê dispêre gelê Kurd, dixwaze tola gurzên ku gerîlayan li Şemizînanê ji Serok Apo yê ku 14 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye û gelê Kurd ê sivîl hilbide. Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên vê dema dawiyê vê rastiyê bi aşkereyî raxistiye berçavan.
Em weke Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, van polîtkîkayên înkar , îmha û tecrîda li ser Serok Apo tê pêk tîne bi tu awayî qebûl nakin û me ji raya giştî re da diyarkirin ku ji bo azadiya Ocalan çi pêwîst be em amade ne bikin. Li ser vî esasî me meşa dirêja ji Lozan-Strasbourgê pêk anî, piştî wê me greva birçîbûnê ya bê demû bê dor a li Strasbourgê 52 rojan berdewam kir da destpêkirin, me van çalakiyan ji bo protestokirina pêkanînên dewleta Tirk û azadiya Ocalan kir.”
Înîsiyatîfê bi bîr xist ku piştî hewldan Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê wan dawî li grevaxwe ay birçîbûnêanîn û got; “lê heta nih, her çendî demek dirêj derbas bû, ne CPT û ne jî Konseya Ewropayê peywira xwe bi cih neanîn. Hema bêje êrîşên dewleta tirk ji nedîtî ve hatin, çavê xwe li hemberî komkujî û zextên li hemberî gelê Kurd pêkhatin girtiye. Lê em weke Înîsiyatîfa ji Ocalan er Azadî, diyar dikin ku em pêkanîna tecrîd û polîtîkayên li hemberî Rêber Apo qebûl nakin û em bang li gelê Kur dikin kul i ser esasê azadiay Serok Apo bi ruhê seferberiyê çalakiyên demokratîk pêş bixin.
Li ser vî esasî em ê di 1’ê Îlonê de li ber Konseya Ewropayê li cihê ku çalakiya nobeta bênavber lê heye mitîng li dar bixin. Em bang li gelê Kurd û dostên wan dikin k udi 1’ê Îlonê de li Strasbourgê li ber Konseya Ewropayê beşdarî mitîngê bibin, û ji bo azadiya Ocalan bi awayeke isrartir tevbigerin. Bi taybet em bang li gelê xwe yê li Swîsre, başûrê Almanya û Strasbourgê dikin ku tevî dostên xwe bi awayeke çalak beşdarî mitîngê bibin.”