Hikûmeta AKP’ê li polîtîkayên xwe yên dijî kedkariyê tiştekî din jî zêde kir û li baskên hewayî ku gelek bertek jî hate nîşandan qedexeya girevê anî. Endamên Hava-Îş’ê jî ji ber THY’ê 200 karker ji kar avêtiye têkoşîn wan didome.
Me pêvajoya qedexekirina grev û greva THY’ê (Rêyên Hewayî ya Tirkiyeyê) bi Parlamenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu re axivîn… Kurkçu ji ANF’ê re axivî û wiha got: “AKP’ê çawa ku di Roboskê de kulma xwe nîşanê kurdan da, dîsa bi van qanûnan kulma xwe nîşanê kedkaran jî dide. Ger ku têkoşîna THY bidome dê qezencên baş bê bidestxistin.
LIGEL KU THY ZIRAR KIR JÎ HIKÛMET DIXWAZE JI KRÎZÊ FÊDEYÊ BIGIRE
Parlamenterê Mersînê Ertugrul Kurkçu wiha got: “Qedexeya grevê xistin torbeya qanûnê. Aşkere ye ku Rêveberiya Rêyên Hewayî yên Tirkiyeye di warê malî de zirar kiriye. Hikûmetê hîseyên gelemperiyê di destê xwe de girtiye û li şûna ku rêveberiyê û midûrê giştî ji kar derxîne ji bo karkeran qedexayan tîne û hewl dide ji vê krîzê fêdeyê bigire.”
Kurkçu got ku ne mumkun e ku THY di warê malî de xwe bi ser hev ve bîne û wiha got: “Her sal zirarê dike. Di 2011’an de mîlyarek û 300 mîlyon zirar kir. di çarêka salê de 26 mîlyon zirar kir. li holê ye ku THY pir xerab tê bi rêvebirin. Ji sedî 51 a THY lijneya taybete. Bila vala valan nebêjin riya hewayî ya netewî, pêşroja me ya netewî. Li pişt van gotinan qedexeya grevê ji bo THY û rêyên hewayî yên taybet anîne. Di vî warî de jî dramatîke. Berê berjewendiyên gelemperiyê bi hîseyên gelepmeriyê (cemawerî) dihat aşkerakirin. Hikûmetê hêz da rêveberiya xerab û hewl dide êrîşê pereyên karkeran bike.”
XEBATKARÊN THY'Ê PIR QEZENC DIKIN
Kurkçu der barê maeşên karkeran jî wiha got: “Ez spekulasyonên ku karker pir qezenc dikin, rexne dikim. Divê ne ji ber maeşên wan li ser şert û mercên wan yên xebatê bê gotûbêjkirin. Hin karker di bin şertên giran de dixebitin. Maeşên hemû karkerên wan bê rêkûpêk e. Ev salek û nîv e maeşê wan nehatiye zêdekirin.
GREV ŞÎRKETÊ DIKE RÎSKÊ, JI KARKERAN JÎ QEZENCÊ ÇÊDIKE
Kurkçu destnîşan kir ku bi qedexekirina grevêre karkeran dest bi çalakiyê kirine û got li bi grevê re şîrket dê tengasiyên mezin bikişîne û wiha got: “Karker bi çalakiyê dê mafê xwe bigirin. Dibe ku demên dijwar bijîn lê dê mafê xwe bigirin. Divê dersa karsaz bidin ên ku dema karker tune be, ew nekarin tiştekî bikin. Bi tengasiyên wekî ewlehiya seferê bijîn. Di xizmetên pîlotan de dê kêmbûnek hebe. Ji ber vê grev bi wate ye. Li cihên ku sendîka hebe, mirin û qeza kêm e. Li cihê ku tunebe jî mirin û qeza pîre. Sendîka jî bi grevê heye.”
GER HER KES TÊBIKOŞE…
Kurkçu helwesta AKP’ê ya li hemberî bindestan nirxand û wiha got: “Li Roboskê kulma xwe nîşanê kurdan da, li THY jî nîşanê karkeran dide. AKP dersa her kesî dide. Ger ku her kes jî li dijî AKP’ê bibe xwedî bersiv, dê AKP bi berxwendaneke mezin re rû bi rû bimîne. Ez li parlamenterên AKP’ê dinêrim. Ew jî êdî pir qels dimînin. Piştgiriyê nadin van qanûnan. Ji ber ku ew jî pê bawer nakin. Ji ber vê hemleyên serokwezîr her diçe bê bandor dimîne.”
Kurkçu da zanîn ku ew awekî BDP’ê dê bi xebatkarên THY’ê re li kolanan di nava piştevaniyê de bin got dê piştevahiya navneteweyî bihunin û wiha domand: “Ji bo sendîkayên hewayî, ÎLO û Konfederasyona sendîkayên Ewropayê bikevin dewreyê em bikin navberê û em dê vê yekê bi hikûmetê bidin fêmkirin. Wê demê dê Erdogan wekî mişkekî ku pêlê kuriya wî hatiye kirin, nekaribe têkeve kuna xwe.