Krîza enerjiyê ya di navbera YE û Rûsya de mezin dibe

Krîza enerjiyê ya di navbera YE û Rûsya de mezin dibe

Serokê Komîsyona YE Jean-Claude Juncker, nerazîbûn nîşanî Rûsya ya bi biryar da ku dawî li xebatên xeta Herikîna Başûr bîne da û got, "Di mijara enerjiyê de em ti şantajê qebûl nakin."

Têkiliyên navbera welatên Rojavayî û Rûsyayê ku piştî krîza Ûkraynayê tengav bû, bi pirsgirêka enerjiyê derket qonaxeke nû. Li hemberî biryara pêkanîn û ambargoyê ya derdorên tund ên ên li nava Yekîtiya Ewropayê ku Elmanya serkêşiya wan dike, Rûsyayê bi betalkirina projeya herikîna başûr bersiv dabû. Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Jean-Claude Juncker nerazîbûn nîşanî Rûsyayê da, ku biryar da xebatên Xeta Gaza Xwezayî ya Herikîna Başûr a gazê ji Ewropayê re dibe, betal bike. Juncker got, "Em dixwazin enerjî biherike Bûlgarîstanê û tevahiya Ewropayê. Di mijara enerjiyê de em ti şantajê qebûl nakin."

Serokê Komîsyona YE Juncker û Serokwezîrê Bûlgarîstanê Boyko Borîsov di civîna çapemeniyê ya li paytexta Belçîka Brukselê de, bersiv dan pirsên li ser betalkirina projeya Herikîna Başûr ji aliyê Rûsyayê ve.

Juncker da zanîn ku pêkane proje dewam bike û anî ziman ku ew dixwazin gaza Rûs biherike Bûlgarîstan û tevahiya Ewropayê, di mijara enerjiyê de jî ew ê ti şantajê qebûl nekin. Serokê Komîsyona YE da xuyakirin ku di rewşa betalkirina projeyê de welatê herî zêde zerarê jê bibîne Bûlgarîstan e û ew amade ne bi her awayî alîkariyê bidin Bûlgarîstanê. 

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn beriya niha dabû xuyakirin ku ew ê Projeya Lûleya Gaza Xwezayî ya Herikîna Başûr a di ser Derya Reş re derbasî Bûlgarîstanê dibe, betal bikin.