Kovara Ciwanên Welatparêz bi naverokên nû derdikeve
Kovara Ciwanên Welatparêz di hejmara xwe ya nû ya sala 2023’an de, bi naverokên dewlemend derdikeve.
Kovara Ciwanên Welatparêz di hejmara xwe ya nû ya sala 2023’an de, bi naverokên dewlemend derdikeve.
Tevî hemû sansur û qedexeyan kovara Ciwanên Welatparêz, hîna jî dibe reng û dengê ciwanên Kurdistanê. Kovar bi hejmara xwe ya nû ya sala 2023’an tê weşandin.
Ciwanên Welatparêz wê ji vir û şûnde, weke kovara îdeolojîk-çandî ya 2 mehan, weşana xwe bidomîne. Kovar di hejmara xwe ya Çile/Sibatê de gelek mijarên girîng digre nav xwe.
Di vê hejmara kovarê de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ciwanên Kurd çi îfade dike û perspektîfên ciwan û jinên ciwan ên ji bo sala 2023’an ku divê çawa têbikoşin, cih digre.
Li ser rolê ciwanan a ji bo vale derxistina Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî, nivîsek hatiye nivîsîn. Di vê nivîsa ku ji ajiyê Adil Konya ve hatiye nivîsîn de, qala têkoşîna ku ciwanan ji ‘98’ê ve li esasê vale derxistina komployê derxistî holê û rêbazên têkoşîna ji bo sala 2023’an, tê kirin.
Metîn Aslan qala çîroka hevrêtiyê ya bi Sakîne Cansiz re li Tûzlûçayirê destpê kirî û kesayeta “Sara” dike.
‘HIŞMENDIYA DÎROKÎ, MIROVAN NÊZÊ HEQÎQETÊ DIKE’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji bo hejmara Çile/Sibat a kovarê, nivîsa bi sernavê “Bi Zanebûna Dîrokê, Rêbaza Herî Bingehîn a Çareserkirina Îro ye” nivîsand. Dûran Kalkan wiha dibêje: “Mirovek yan jî civakek, çiqas bi dîrokî berhevkiriyên hişmendiyekê pêk bîne, ew ewqasê nêzê heqîqetê ye. Yanî ew tê wê wateyê ku ew nêzê rast fêmkirina jiyanê ye, li gorî pêwîstiyên wê tevbigere û nêzê îradeya azad e. Tê wateyê ku jiyanê bi zanebûn, fêmkirî, plankirî, rêxistinkirî dijî. Berovajî vê jî zanebûna dîrokê lewaz be yan ne lewaz be, mirov ji heqîqetê, jiyana rast, rastiya jiyanê jî ewqas dûr têxe.”