Serokê Konseya Ermeniyên Almanyayê Azat Ordukhanyan aşkere kir ku ew ê di 15’ê cotmehê de weke çavdêr beşdarî rûniştina Meclîsa Federal a Almanyayê ya ji bo “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” bibin. Ordukhanyam da zanîn ku ew ê di 15’ê cotmehê de helwesta hukûmeta Alman a li hemberî penaberan bibînin û got; “Divê aliyên siyasî û medyayî yên Almanyayê di demek zû de nêrîna xwe ya li hemberî gelên cûda yên ji Tirkiyeyê tên biguherîne. "
Li gel saziyên Kurdan, gelek sazî û komeleyên din ên ji gelên din jî piştgirî didin kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” ku dê di 15’ê cotmehê de were rojeva Meclîsa Federal a Almanyayê. Bi dehan sazî û kesayet name ji Seroka Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal Kersten Steinke re dişînin û piştgirî didin daxwazên Kurdan.
Serokê Konseya Ermeniyên Almanyayê (ZAD) Azat Ordukhanyam nameyek ji Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) re şand û ji bo 15’ê cotmehê daxwaza serkeftinê ji bo Kurdan kir. Ordukhanyam da zanîn ku divê Almanya weke penaberên din, nasnameya Kurdan jî qebûl bike û got:
'DIVÊ ALMANYA NÊRÎNA XWE YA LI HEMBERÎ PENABERÊN JI TIRIYEYÊ BIGUHER'
"Ji vê xebata we me dît ku bê ku hûn tu ferqê têxin navbera çand û olên Tirkiyeyiyên li Almanyayê dijîn, weke ku hûn hemûyan biavêjin heman qûşxaneyê. Divê aliyên siyasî û medyayî yên Almanyayê di demek zû de nêrîna xwe ya li hemberî komên cûda yên ji Tirkiyeyê biguherîne. Lê rewşa we hine zotir re, ji ber ku Kurd ji çar welatên cûda tên.
Em ê weke ZAD’ê di 15’ê cotmehê de wek çavdêr beşdarî rûniştina meclîsê ya di 15’ê cotmehê de bibin. Em ê bibinîn bê hukûmeta Alman çawa nêzî komên cûda yên penaberan dibin. Em di xebatên we de serkeftinê dixwazin ."