Kongreya KON-KURD’ê di 2’ê pûşperê de ye

Kongreya KON-KURD’ê di 2’ê pûşperê de ye

Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD), dê 18’emîn kongreya xwe li dar bixe.

Kongreya asaayî ya KON-KURD’ê dê roja şemiyê, 2’yê pûşperê li bajaraê Liege yê Belçîkayê bê lidarxistin.

Li gorî agahiyên ji Komîteya Amadekar hatine wergirtin, ji bo kongreyê parlementerên Ewropa, partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên sivîl hatine vexwendin.

Komîteyê da diyarkirin ku dê nunerê gelek saziyên Kurd, Tirk, Ermenî, Ereb û Asurî-Suryanî beşdar bibin.

KON-KURD, di sala 1993’ê de hatiye damezrandin. Li gelemperiya Ewropayê 170 kolemeyên girêdayî 10 federasyonanan pêk tê. Her wiha komeleyên Kurdan ên li Kaneda û Awistralyayê jî girêdayî wê ne.