Kongra Gel: Gelê Kurd tu carî hêzên komploger ji bîr nake

Kongra Gel: Gelê Kurd tu carî hêzên komploger ji bîr nake

Serokê Kongra Gel Remzî Kartal daxuyaniyek bi boneya 14’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê da û got; “Em bi navê gel neletê li hemû hêzên komploger dibarînin” û got ku gelê Kurd û raya giştî ya demokratî tu carî hêzên komplo ger ji bîr nakin.

Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal bi boneya 14’emîn salvegera komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’ê de li hemberî Rêberê Gelê Kurd pêk hat daxuyaniyek weşand û komployê bi tundî şermezar kir.

Kartal diyar kir ku ew ê bi dirûşima “An Azadî, An Azadî” di sala 15’emîn a komployê de polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ya sextekar û derewker pûç bikin û got ku ger Erdogan ji bo çareseriya siyasî bi Ocalan re rûnene, ew jî dê weke yên beriya xwe biçe.

Kartal got; “Divê çarçoveyê de ez bang li hemû gelê me dikim ku li her qada jiyanê têkoşîna azadiyê bigihînin asta herî jor û bang li hemû hêzên demokratîk dikim ku di vê têkoşînê de li aliyê gelê Kurd cih bigirin. Dem dema azadiya mîmarê azadiyê Rêber Apo ye.”