KONGRA-GEL: Em bi xurtî tevlî çalakiyên li dijî komployê bibin
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL: Em careke din nikarin roja reş a 15'ê Sibatê ku ji bo gelê me rojeke reş e, di bin şert û mercên esaretê de qebûl bikin.”
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL: Em careke din nikarin roja reş a 15'ê Sibatê ku ji bo gelê me rojeke reş e, di bin şert û mercên esaretê de qebûl bikin.”
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê ev tişt hate diyarkirin, "Em di salvegera 24'emîn a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de hemû hêzên ku plana vê komployê kirine, komplo pêk anîne û beşdarî vê komployê bûne, bi nefret protesto dikin. Ev hêz ji ber rola xwe ya xerab wê her tim di rûpelên tarî yên dîrokê de bimîne. Wê gelên Kurdistanê, dostên me û mirovahiya pêşverû tu carî ji bîr neke.”
ŞEHÎD HATIN BÎRANÎN
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em hemû şehîdên xwe yên ku di pêşengiya heval Mehmet Halît Oral de bi îradeyeke bêhempa ya di dîrokê de bi îradeyeke nedîtî Rêber Apo parastin, bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin.
Bi heman ruhî em welatparêzên xwe yên bi rûmet Veysî Taş û Mehmet Akar ên îro tecrîdê protesto kirin jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Di vê pêvajoyê de dema ku weke gel û tevger em ê faşîzma AKP-MHP’ê û kilîta li Îmraliyê bişkînin, ew bi helwesta xwe ya fedaiyane di dilê gelê me de cih girtin.
‘RÊBER APO ÎRADEYA KURDÊN AZAD AFIRAND’
Di Şerê Cîhanê yê Yekem de hêzên modernîteya kapîtalîst erdnîgariya me û gelê me ji hev parçe kirin, ji maf û hiqûqê bêpar hiştin û mehkûmî dewletên mêtinger kirin. Di vê pêvajoyê de dema ku gelê me serî hildan jî van hêzan alîkarî dan dewleta Tirk û dewletên mêtinger. Di qirkirin, asîmîlasyon û qetlîama li ser gelê me de, wan roleke sereke pêk anîn.
Di vê pêvajoyê de ku li çar aliyên Kurdistanê berxwedan û hêviya azadiyê hat şikandin û yên ji Kurdayetiyê reviyan teslîmî dewletên mêtinger bûn, Rêber Apo bi meşa xwe ya azadiyê derket ser dika dîrokê. Li hemberî yên ku digotin 'Kurdistana xeyalî li di Çiyayê Agiriyê de hatiye veşartin’ bawerî da gelê xwe û bû hêviya azadiyê. Li hemberî Kurdên hevkar ên ku ji ber baweriya xwe bi gelê xwe nedianîn û teslîmî desthilatdaran bûn, Rêber Apo vîna Kurdên azad afirand. Gelê Kurd ê li ber mirin û sikratê vejand, rêxistin kir, perwede kir û li ser bingeha rastiya şer a şer dike, li Kurdistan û Rojhilata Navîn hevsengeke nû afirand. Bi şoreşa jinê û artêşbûna jinê re di feraseta civakî de guhertin û veguhertineke mezin çêkir. Ji rastiya gelê ku di nav qirkirinê de li ber sikratê bû, wî rastiya gelekî fedakar ê evîndarê azadiyê afirand.
Hêzên desthilatdariyê şikestina girêya qirkirina Kurd ji bo xwe bi xeter dibînin û di şexsê Rêber Apo de mudaxeleyî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dikin. Xwestin ku Rojhilata Navîn li gorî xwe bi rêk û pêk bikin. Rêber Apo wiha got: ‘Komploya navneteweyî çavên min vekir, ez dikarim rûyê rast ê modernîteyê bibînim’ û li ser vî esasî di serî de bi çareseriya pirsgirêka Kurd, bi paradîgmayek a bi alternatîfa ku çareseriya hemû pirsgirêkên civakî, neteweyî û derdor ên çavkaniya xwe ji modernîteyê digire, bersiva komploya navneteweyî da.
Hêzên komploger xwestin bi vê planê Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tune bikin. Xwestin hêviya gelekî ya azadiyê tune bikin. Lê xwe xapandin. ‘Paradîgmaya Azadiyê’ ya Rêber Apo li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê belav bû. Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî bû dirûşmeya azadiya jin û gelên cîhanê.
‘EM Ê SALA 2023’AN BIKIN SALA VEBÛNA DERIYÊN ÎMRALIYÊ’
Em dikevin sala 25’emîn a komploya navneteweyî. Em weke Tevgera Azadiyê û gel li hemberî Rêber Apo xwedî rexnedayînek pir bi giran in. Em qebûl nakin ku 15’ê Sibatê ya ji bo gelê me roja reş e, car din di şert û mercên dîlgirtî de pêşwazî bikin. Lewma em ê sala 2023’an bikin sala têkçûna faşîzmê û vebûna deriyên sîstema qirkirinê ya Îmraliyê.
‘EM BI AWAYEK HERÎ XURT TEVLÎ MEŞA NAVENDÎ Û MÎTÎNGÊ BIBIN’
Li Kurdistanê, ji derveyî welat û li her qadê gel û dostên me ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan in. Hem di asta welat hem jî herêman de, meş, çalakî û merasîm hatin lidarxistin û tên lidarxistin. Her wiha meşên dirêj hene ku ji aliyê enternasyonalîst û ciwanan ve tê kirin. Em hemûyan bi coş û hezkirin silav dikin.
Meşên dirêj wê li Strasboûrgê bên ba hev. Roja 11’ê Sibatê ji bo protestokirina komploya navneteweyî, em bang li gelê xwe dikin ku bi awayek herî xurt tevlî meşa navendî û mîtîngê bibin. Di sala 100’emîn a Peyama Lozanê ya tifaqa qirkirina Kurd de, divê gelê me ji bo protestokirina komploya navneteweyî, li Strasboûrgê be.
Ji ber erdheja mezin a qewimî, em êşa gelê xwe parve dikin û ji kesên jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji kesên birîndar re jî şifayê dixwazin. Hilweşîn û windahiyên di encama erdhejê de çêbûne, gelek in. Divê gelê me bi ruhê seferberiyê xwedî li hev derbikevin. Divê em mirovên xwe muhtacî nemerdan nekin. Gelê me yê ji derveyî welat dijî, divê hemû alîkariyên xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihînin gelê me. Divê em li dijî planên rantê ya ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze bi rêya AFAD’ê pêk bîne, hestiyar bibin.”