KONGRA GEL: 15’ê Tebaxê destana jinûve vejînê ye
KONGRA GEL: 15’ê Tebaxê destana jinûve vejînê ye
KONGRA GEL: 15’ê Tebaxê destana jinûve vejînê ye
Hevserokên Kongra Gel Hacer Zagros û Remzî Kartal der barê 29’emîn salvegera 15’ê Tebaxê de peyamek weşndin û diyar kirn ku ev pêngave desta vejîna jinûve ye.
Di peyama Kongra Gelê de hate diyar kirin ku 29 sal berê pêngava 15’ê Tebaxê bi serdegirtinên li Şemzînanê û Eruhê destpêkirin û ev pêngav wek ‘destana vejîna jinûve’ bi nav kir. Hevserokên Kongra Gel cejna ‘vejîn û berxwedanê’ ya gelê kurd pîroz kir û di vê pêvajoya fînalê de ji bo têkoşîna pîroz, serkeftin xwestin.
Peyama Kongra Gelê wiha ye: “Cejna vejînê ya netewî di serî de li Rêber Apo, hemû mîlîtanên Tevgera Azadiyê, gelê fedakar û dostên kurdan pîroz be. Em di serî de fermandarê mezin yê pêngava 15’ê Tebaxê heval Egît û şehîdên 15’êTebaxê bi rêz bibîrt3inin. Em soza xweya ji bo azadkirina serokatiya xwe, gel û welatê xwe careke din dubare dikin.
Di pêvajoya ku êdî hêviyên gelê me yên jiyaneke azad nebû, hêzên mêtînger meseleya kurd çal kiribûn de, pêngava 15’ê tebaxê hate pêşxistin û bi mucîzeyeke mezin gelê kurd ji nûve vejiya.
Hamleya 15’ê Tebaxê hêza bi heybet ya ku rastiya gelê kurd derxistiye holê ye. Ruhê ku ev têkoşîna efsaneyî avakiriye, ruhê ku di serî fermandar Egît û bi dehezaran şehîdan avakiriye. Sira netêkuçûyana têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku PKK temsîl dike, ruhê serkeftina ku pêngava 15’ê Tebaxê afirandiye. Nokteya ku niha têkoşîna me tê de ye, nirxên madî û manevî yê gelê me ye.
Bi guherîn, ronahî û veguhertina ku gelê me afirandiye, 15’ê tebaxê bûye nasnameya azad û berxwedêr ya gelê me. Ji be vê yekê jî gelê me îro cejna vejînê bi çalakî û bernameyê heybet pîroz dike.
Gelê me îsal li hemû qadan di esasa piştevaniya bi gelê Rojava re cejna 15’ê Tebaxê Pîroz dike. Bi êrîşên çeteyan yên ku hêzên dagirker yên navnetewî rêxisinkirine, dixwazin şoreşa Rojava paşve bibin. YPG li dijî van çeteyan têkoşîneke mezin dide meşandin. Em berxwedana Rojava ji dil silav dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikink u xwedî li Rojava derkevin.
Di roja me ya îro de xwedî derketina li Rojava, esasa herî girînge. Xwedîderketina li Rojava, xwedî derketina li yekitiya netewiye. Em dikarin xebatê yekitiya netewî pêşde bibin.
Di vê mijarê de em bang li hemû partî û aliyên têkildar dikinku ji bo Kongreya Netewî ya Kurd a xebatên wê li Hewlêrê tên meşandin bibin. Her wiha divê demildest deriyê Sêmalkê bê vekirin.
Divê nîşanê dost û dijminan bidinku tu kes dê tu carî negihêje armanca xwe. Hikûmeta AKP’ê heta niha ji bo pêvajoya çareseriyê pêngav neavêtiye, lê dê bide zorê. Di asta ku em têde ne de tu şansê AKP’ê nîne.
Kongra Gel di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê têkoşîna azadiyê li her qadê bê bilindkirin û em sala 30’emîn bikin sala azadiya Rêber Apo û em di têkoşîna pîroz de ji her kesî re serkeftinê dixwazin.