Konferansa Rojavayê Kurdistanê bi peyama yekitiyê dest pê kir

Konferansa Rojavayê Kurdistanê bi peyama yekitiyê dest pê kir

Konferansa li ser Rojavayê Kurdistanê ya bi navê “Şêwra Neteweyî” ya ji aliyê KNK’ê ve li paytexta Franse Parîsê tê organîzekirin, dest pê kir. Nunerên Desteya Bilind a Rojavayê Kurdistanê axaftina vekirinê kirin û banga “Me bi tenê nehêlin” kirin. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî got; “Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan. Lê xeteriyên mezin li benda me ne. Divê em teqez yekitiya neteweyî esas bigirin.”

Şêwra Neteweyî ya li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve tê organîzekirin, dest pê kir. Di konferansê de pirsgirêk û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê tên gotûbêjkirin. Her wiha nunerên zêdetirê 20 sazî û rêxistinên Kurd û nivîskar,rewşenbîrên biyanî beşdarî konferansê bûn. Konferans li avahiya Parlementoya Franseyê pêk tê.

Konferans îro saet di 09.00 de dest pê kir. Di dîwana konferansê de Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç, Rojhan Hazim û George Aryo, Alîkarê Serokê KNK’ê Bengî Haco û Endama Komîsyonan Jinan a KNK’ê Dilşa Osman cih girtin.

Endamên dîwanê dan zanîn ku ew li bendê ne ji konferansê pêşniyarek çareseriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê derbikeve û bal kişandin ku gelê Kurd rojên dîrokî dijîn. Her wiha hat destnîşankirin ku konferans li Parlementoya Franseyê hate lidarxistin, ev yek jî ji bo Franseya ku di dahatûya Sûriyeyê de rola wê heye, bangek e.

SEROKÊ KNK: EM Ê PEYMANA HEWLÊRÊ XURT BIKIN

Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade axaftina vekirinê kir û malavahiya hemû kesên bi vexwendinameyê beşdar bûn kir. Kemalîzade got; “Ji ber rol û qanûnên mafê mirovan ên li Franseyê derketine û ji ber rola Franseyê me biryar da ku konferans li vir pêk bînin. “ Serokê KNK’ê da zanîn ku Kurd êdî ne Kurdên 1923’yê ne û wiha berdewam kir:

“Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin. Bi taybet divê em piştgiriyek pir xurt bidin parçeya Rojavayê Kurdistanê a ku em îro ji bo wê li vir kom bûne. Rojavayê Kurdistanê di rêya azadiya Kurdistanê de bi hezaran şehîd daye. Em dixwazin li vir peymana Hewlêrê xurt bikin.

Bi taybet em dixwazin ji ezmûnên ku me ji pêvajoyên şoreşê yên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi dest xistine, em dixwazin hin perspektîf bidin Rojavyaê Kurdistanê. Di vê demê de li Rojhilata Navîn hevsengî diguherin û divê em Kurdên li vir baş biparêzin. Ez hêvîdar im ku em ê peyamek hevpar û xurt ji bo Rojavayê Kurdistanê bidin cîhanê, Yekitiya Ewropa û Franseyê. Em ne dijminên tu kesî e. Em qet nebûne dijminên Rojava (rojavayê cîhanê) jî . Gelê Kurd ji bo maf û azadiya xwe têdikoşe.”

BALYOZ DORÎN: EZ HEYRANÊ KURDA ME

Sefîrê Balyozê Fransayê Bernard Dorîn jî heyraniya xwe ya ji bo gelê kurd anî ziman û dest bi axaftina xwe kir. Dorîn da zanîn ku gelek caran çûye Başûr û Rohilatê Kurdistanê û wiha got: “Bi sedsalan polonan destê xwe ji parvekirinên navbera xwe dan alî. Prusya, Rusya, Awisturya bû qada şer. Lê, birînên xwe kewandin û dewleta xwe avakirin. Niha yekane welatên ku ji krîzê bi bandor nebûne ye.”

Dorîn destnîşan kir ku ew ligel têkoşîn azadiyê ya kurdane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî heyraniya min a bo kurdan, ez dixwazim ew bibin xwedî mafên çand û nasnameya xwe. Ji bo kurdan ya esas ev e ku mafê ku kurdên Iraqê girtine, bi des xistin û ev jî ne tenê çandî, îdarî, otomi ye. Ne ji aliyê kesên din, divê xwe bi rê ve bibin.”

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ MECLISÊN BIRATIYÊ AVA KIR

Piştre nûnerên Konesya Kurd a Bilind ya Rojavayê Kurdistanê hatibû mafê axaftinê girtin. Li ser navê Konseyê Sînem Mihemed axivî û diyar kir ku kurd di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha got: “Ez spasiyên xwe pêşkêşî Frasayê ku wekî welatê demokrasiyê tê nasîn dikim. Fransa divê ji bo Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê rola xwe bilîze. Hêviya me ew e.”

Mihemed da zanîn ku rewşa Suriyeyê her diçe xerab dibe û wiha got: “Ji serê şoreşê heta niha gelê me saetekî bîhna xwe veneda. Em kurd, ne li aliyê muxalefetê û ne jî li aliyê rejîma Esad bûn. Me riya sêyemîn hilbijart. Me têkoşîna demokrastiyê meşand. Me di nava gelê de ji A’yê heta Z’yê rêxistînî pêk anî.

Sînem Mihemed diyar kir ku di serî de komîteyên perwerdehiyê û tenduristiyê yên jinan, li her qadê rêxistibûn pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hedefa me ya esas; Yekitiya Gelê Rojavayê Kurdistanê ye. Heta niha me pêngavên gelek girîng avêt. Konseya me jî hêj hin hedefên xwe nexistiye meriyetê, hewldanên wan didomin. Li herêma kurdan ermenî, asurî û ereb jî hene. Li van bajarên ku ev gel dijîn me meclisên biratiyê ava kirin.”

Nûnerekî din yên Konseya Kurd a Bilind Nesredîn Îbrahîm jî got konseyên di 11’ê tebaxê de hatine avakirin heta niha gelek pêngavên pratîk avêtine. Îbrahîm wiha got: “Hewcedariya Gelê Rojavayê Kurdistanê bi madî û maneviyatê heye. Em ji her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyên bi nirx digirin. ev hevdîtina ku me îro organîze kiriye jî mînaka vê ya herî başe.

AHMET TURK: ROJAVA JI BO KURDAN MIFTE YE

Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk ji Bakurê Kurdistanê tevlî konferansê bû jî diyar kur ev statuya ku di şerê yekemîn yên cîhanê de li Rojhilata Navîn hatiye fezkirin, mehkumê guhertinê bûye û got: “Li rojhilata Navîn bi netewperestiyê re di esasa îslamê de û ya ku mezheba şîiyan esas digire, du siyaset tê meşandin. Em kurd divê di nav vê de tercîhekî bikin. Em bawer in ev sedsal dê bibe sedsalan kurdan. Lê xeteriyên mezin li benda kurdane. Desteya Kurd a Bilind xebatên girîng dimeşîne. Ez wan pîroz dikim. Ger em berjewendiyên partî û îdeolojîk derxin pêş em ê wenda bikin. Divê em yekitiya netewî esas bigirin. Ger em Desteya Kurd a Bilind esas negirin em şaşiyê bikin. hemû xebat divê di vê çarçoveyê de bê meşandin.”

Turk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niyeta mudaxaleya dewleta tirk a Suriyeyê gelê kurd û tevgera kurd e. Şoreşa vî parçeyê dê teqez bandorê li ser Bakur jî bike. Ger gelê me li rojava wenda bike, hêzên serdest dê qezencên Başûr tune bike. Dîsa li tikriyeyê pêngaveke ji bo başiya kurdan bê avêtin dê hemû kurd qezenc bikin.”

Konferans bi nîqaşan didome. Mafê axaftinê ji bo nûnerên partî û rêxistinan 10, ji bo rewşenbîr û kesên hatine vexwendin 5 deqe ye. Konferans êvarê heta 18.00 didome. Her wiha tê hedefkirin ku di konferansê de Komîteya Rojavayê Kurdistanê û Piştevaniyê bê avakirin.