Konferansa Mehdî Eker a li Swêdê jî hate betalkirin

Konferansa Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê û Wezîrê Berê yê Çadinî û Lawirvaniyê Mehdî Eker ê ku bi armaca piştgiriya ji bo destûra bingehîn a nû li paytexta Swêd a Stockholmê lidar bixe, hate betalkirin.

Rêxistina ÛETD a çengê AKP’ê, wê 12’ê Adarê roja Yekşemê saet 16:00’an de li lokalekî ya li semta Fîttja a li herêma başûrê Stockholmê ku wê Mehdî Eker jî beşdar bibe ragihandibû.

Li ser nerazîbûna xwediyê lokalê, konferansa ku wê sibehê bihatiba lidarxistin hate betalkirin.