Konferansa Komara Demokratîk di roja duyemîn de ye

Di Konferansa Komara Demokratîk de işaret bi tezên neteweya demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Konferansa Komara Demokratîk ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye. Konferansê bi rûniştina 'Ber bi sedsala 2'yemîn ve: Demokrasî û Komar' destpê kir.

Di konferansê de ku akademîsyen Farûk Alpkaya moderatoriyê jê re dike, destpêkê akademîsyen Nîlgun Toker axivî. Toker bi sernavê "Di sedsala 2'yemîn de fikrê komarê" pêşkêşiyek kir.

Zanyarê siyasetê û nivîskar Fusûn Ustel jî bi sernavê "Di sedsala 2'yemîn de welatîbûna wekhev pêkane?" pêşkêşî kir.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî di pêşkêşiya xwe de ya bi sernavê "Komar û neteweya demokratîk" de destnîşan kir ku neteweya demokratîk ji bo Kurdan çareserî ye.

Akademîsyen Elçîn Aktoprak ku bi rengê onlîne tevlî konferansê bû bi sernavê "demokrasiya xwecihî û netewe dewlet" pêşkêşiyek kir.