KONFERANSA BI HEV RE ŞÊWEDAYÎNA JIYANÊ
Konferansa navneteweyî ya bi sernavê ‘’Bi Hev Re Şêwedayîna Jiyanê: Pêvajoya Çareseriyê ya li Tirkiyeyê û Perspektîfa Siberojê” ya ji aliyê Komeleya Lêkolînên Aşitiyê (QAD) ve tê lidarxistin, li gel pêşkêşiyên nûnerên saziyan berdewam dike.
BÊRÎVAN AYMAZ: DIVÊ ASTA NAVNETEWEYÎ ZÊDETIR XUYA BIBE
Parlamentera Partiya Keskan a Eyaleya Ren Vestfalyaya Bakur a Elmanyayê Bêrîvan Aymaz jî di rûniştinê de axivî. Bêrîvan Aymaz ev yek anîn ziman: ‘’Hewcehiya vê pêvajoyê bi pênaseyên eşkere û wêrek heye. Bi min bi taybetî jî di pênasekirina aliyê Kurdan de hin pirsgirêk hene. Daxuyaniyên eşkeretir, wê fambariya pêvajoyê hêsantir bikin. Elmanyayê bi taybetî jî piştevaniyeke dîrokî da daxuyaniya Abdullah Ocalan a yekem a çekdanînê. Ev yek ji bo Tirkiye û herêmê derfeteke mezin bû. Lê belê siyaseta Ewropa û Elmanyayê bi awayekî giştî beşdarî pêvajoyê nebûn. Divê asta navneteweyî zêdetir xuya bike ku ev yek hem ji aliyê ewlehî û hem jî serkeftina pêvajoyê ve gelekî girîng e.’’
DR. YAŞAR AYDIN: ELMANYA TÊKARIYEKE ÇÊKER LI PÊVAJOYÊ NAKE
Li ser navê Centrum für angewandte Türkeistudienê (CATS) jî Dr. Yaşar Aydin axivî. Yaşar Aydin di axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Pêvajoyên agirbestê tên bîra min û me dît ku hemû caran piştî xitimandina pêvajoyê tundiyê xwe bi awayekî zêdetir nîşan dide. Di sala 2015’an de li Tirkiyeyê pêleke tundiyê ya mezin rû da. Tew li hin cihan hate gotin ku ‘’li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tune ye. Ez dikarim ji bo nêrîna Elmanyayê ya têkildarî vê pêvajoyê van yekan bînin ziman: Tirkiye, ji bo Elmanyayê ji aliyê stratejîk ve gelekî girîng e. Ji ber sedemên weke dabînkirina hevsengiyan û pîşesaziya çekan ên li dijî Rûsyayê dibêje ku ‘divê em Tirkiyeyê li rex xwe bigirin.’ Lê belê meseleyên têkildarî demokrasiyê, yanî meylên otokratîk ên li Tirkiyeyê ji bo biryardêrên Elmanyayê zêde ne xem im. Naxwaze mekanîzmayên di destê me de bi kar bînin.’’
‘SAZIYÊN YE’YÊ Û AŞITIYÊ DIKARIN BANDORTIR BIBIN’
Hişyar Ozsoy jî li ser navê Platforma Aşitiyê axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Em, yanî kesên li Ewropayê dijîn, difikirin bê ka em dikarin çawa têkariyê li vê pêvajoyê bikin. Li Tirkiye û Kurdistanê geşedanên cidî rû didin. Hevsengiyên herêmî diguherin. Em jî hewl didin ji Ewropayê daxilî pêvajoyê bibin. Pirsgirêka Kurd weke meseleyeke navneteweyî derketiye holê lê belê li Tirkiyeyê bi awayekî girtî tê birêvebirin. Pêvajoyên beriya niha jî girtî bûn, a niha jî têkariya dîaspora û saziyên navneteweyî sînordar e. Konseya Ewropayê, saziyên YE’yê û aşitiyê dikarin di vê pêvajoyê de bandortir bin.’’
REHA RÛHAVÎOGLÛ: DEMOKRATÎKBÛYÎN DIMÎNE DI PLANA DUYEMÎN DE
Reha Rûhavîoglû jî li ser navê Navenda Xebat û Lêkolînên Kurdî axivî û got: ‘’Pêvajoya heyî, di çarçoveya civakî de xwedî zemîneke erênî ye. Lê belê hikûmeta Tirkiyeyê pêvajoyê li gel pêşaniyên ewlehî û jeopolîtîk bi rê ve dibe; asta demokratîkbûyînê di plana duyemîn de dimîne. Jı ber vê yekê hem di raya giştî ya Tirkan de hem jî di ya Kurdan de hestên bawerî û hêviyê hê jî sînordar in.’’
ALÎ ERTAN: XUYAKIRINA DAXWAZAN GELEKÎ GIRÎNG E
Serokê Civaka Kurd a Elmanyayê Alî Ertan jî di nirxandina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Helbet em aşitiyê û bêdengkirina çekan silav dikin. Lê belê fikarên me jî hene. Di pêvajoyê de mafên Kurdan ên neteweyî û çandî zêde li ber çavan nayên girtin. Di vê pêvajoyê de xuyakirina daxwazan gelekî girîng e.’’
ULRIKE DUFNER: POLÎTÎKAYÊN ELMANYAYÊ NE STRATEJÎK IN
Ulrike Dufner jî li ser navê Navenda Lêkolînên Sudwindê axivî û got: ‘’Siyaseta Elmanyayê ya têkildarî Tirkiye û herêmê ne stratejîk e, bi piranî têkildarî polîtîkayên li ser koçberan e. Piersgirêka Kurd yan jî mijarên herêmî nayên rojevê. Ji ber vê yekê divê navendên lêkolînan, saziyên mafparêz, aktorên rêxistinên civakî ên li Elmanyayê zêdetir daxilî pêvajoyê bibin.’’
BANÛ GÛVEN: ZIMANÊ NEFRETÊ NEGUHERÎ
Rojnamevan Banû Guven jî axivî û têkildarî rola çapemeniyê ya di pêvajoyê de nirxandineke kurt kir. Banû Guven ev yek anîn ziman: ‘’Li Tirkiyeyê li ser çapemeniyê dîtina zimanê aşitiyê zehmet e. Di çapemeniya aligirê desthilatdariyê û muxalefetê de tevî ku iştevaniya civakê heye jî ji zimanê aşitiyê re zêde cih nayê dayîn. Li gel ku bi ser pêvajoyê de salek derbas bûye jî zimanê nefretê neguheriye.’’
ALÎ ATALAY: TIRKIYEYÊ HÊ JÎ KOMKUJIYA LI SER ÊZIDIYAN NAS NEKIRIYE
Alî Atalay ê ku li ser navê Civaka Êzidiyan axivî jî ev yek anîn ziman: ‘’Nebûna şer û pevçûnan û pêkhatina aşitiyê helbet cihê kêfxweşiyê ye, lê belê ev yek bi xwe re bi awayekî otomatîk çareseriyeke adilane û mayînde naynin. Di mijara pêkhatina aşitiya adilane û mayînde de di nava civakê de guman hene. Bo nimûne hê jî ola Êzidiyatiyê nayê qebûlkirin. Tevî ku komkujiya li ser Êzidiyan ji aliyê gelek welatan ve hatiye naskirin jî Tirkiyeyê hê jî komkujî nas nekiriye.’’
Konferans wê li gel nîqaşa bi sernavê; ‘’Rîsk û Derfetên Di Avakirina Jiyana Hevpar a Demokratîk de’’ berdewam bike.