KON-KURD’ê ji Meclîsa Alman re name şand

KON-KURD’ê ji Meclîsa Alman re name şand

Konfederasyona Komeleyên Kurdan ên Ewropayê (KON-KURD) nameyek ji Serok û endamên Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê re şand û xwest ku di rûniştina parlementoyê ya di 15’ê cotmehê de daxwazên Kurdan ên qebûl bike. Serokê KON-KURD’ê Îsmet Kem got; “Ger em wekheviya di navbera Kurdan û komên din ên penaberan de xurt bikin, demokrasiya Almanyayê jî dê xurtir bibe.”

KON-KURD a ku ji federasyonên Kurdan ên li Belçîka, Îngilîstan, Swêd, Awisturya, Franse, Denmark, Swîsre, Holanda û Yewnanîstanê pêk tê, piştigriya tam da kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê nasîn” a ku ji aliyê YEK-KOM’ê ve hatiye destpêkirin.

Serokê KON-KURD’ê Îsmet Kem, beriya rûniştina Parlementoya Alman a ji bo daxwaza Kurdan a “Bila nasnameya Kurdan bê nasîn” nameyek ji Seroka Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Alman Kersten Steinke û endamên din ên komîsyonê; Dr. Peter Röhlinger, Gunter Baumann, Ingrid Liselotte Remmers, Klaus Hageman û Mehmet Kilic re şand. Kem destnîşan kir ku piraniya Kurdên li Ewropayê li Almanyayê dijîn û ev bang kir:

"Mixabin Kurd heta niha weke komek a penaberan nehatine dîtin. Ev yek dibe sedema cûdakariya di navbera Krudan û komên din ên penaberan de. Her wiha bandorê li hevsengiya Kurdan a li vî welatî jî dikin. Ji ber wê jî “Kampanyaya Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” a ku hûn ê di 15’ê xcotmehê de bînin rojeva xwe pir girîng e.

Em ji we daxwaz dikin ku her 12 made bên qeûblkirin. Ger em wekheviya di navbera Kurdan û komên din ên penaberan de xurt bikin, demokrasiya Almanyayê jî dê xurtir bibe.”