Komxebata ‘’Ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk, Rêya Diçe Aştiyê’’ ku 13’ê Hezîranê li Beyrûta paytexta Libnanê dest pê kir, du roj in berdewam e.
Komxebat, ji aliyê Kongreya Federal a Daîmî ya Libnanê, bi hevkariya Komeleya Çandê ya Newrozê, Platforma Pirçandî ya Rojhilat, Demokratîa Novûs Seclorûm û RESILIENT BEIRÛTÊ tê lidarxistin.
Roja duduyan a komxebatê, niqaş li ser hîmên sereke yên perwerdehiyê hatin kirin.
‘ABDULLAH OCALAN PÊŞNIYAZÊN PRATÎK PÊŞKÊŞ DIKE’
Rojnamevanê Kurd Xazne Nebî yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serokatî ji rûniştina sisêyan a komxebatê re kir. Endama Yekitiya Jinên Efrîkayê, Komîteya Ewlehî û Aştiyê Selwe Qiqe Bin Afiye, behsa dîtina di der heqê jinan de û felsefeya wekhevî û azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Selweyê got: ‘’Ocalan, teorîsyenekê mezin e ku li gor rastiya herêmê vîzyoneke xwe ya stratejîk heye û pêşniyazên wî pratîk in.’’
Akademîsyen û Hevserokê Zanîngeha Şerqê ya Reqayê Dr. Hesen El Îsa, bal kişand ser felsefeya ‘’Neteweya Demokratîk’’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
El Îsa, wiha axivî: ‘’Rêberê ronak Ocalan, dest bi vekolîna pergalê, avabûn û erkên wê yên asas kiriye. Li gor dîtina wî, erka wan birêxistinkirin e lê ew bi erka xwe ranebûne û bûne zilmkar û rêvebir.’’
Siyasetmedarê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mizgîn Mukriyan jî îşaret bi giringiya bidestxistina rolê pêşeng ê jinan di nav civakê de, kir û diyar kir ku jin bi sebr û ezimê dikarin her tiştî bikin, ji bo pêkanîna mafên jinan û wergirtina destkeftiyên din dikarin ji sûdê ji kom û rêxistinên jinan werbigirin.
ABDULLAH OCALAN Û AZADIYA JINAN
Berdevka Kongra Starê Riha Loqo ku di dewam civînê de axivî, anî ziman ku şoreşa ewil a di dîroka mirovahiyê de bi pêşengiya jinan hatiye kirin û bal bir ser zanista jineolojiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 2008’an danî.
Rihan Loqo, bi lêv kir ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hînê jinan kiriye ku daxwaza azadiya xwe bikin û wiha got: ‘’Rêber Ocalan, kesê ewilîn e ku behsa wekheviya jin û mêran kiriye, xurtkirina jinan û bidawîkirina tundiya li dijî jinan kiriye rojev.’’
Komxebat berdewam e.