Serokê Komeleya Hilbijartiyên Komunîst û Komargir ên Neteweyî (Ancer) û Şaredarê bajarê Franse Champigny-sur-Marne Dominique Adenot der barê girtina şaredarên û rêveberên BDP’yî yên li Wanê hatin girtin nameyek ji Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Franse û Balyozxaneya Tirk re şand.
Tevî Şaredarê Wanê Bekir Kaya 5 şaredarên BDP’yî yên Wanê di 7’ê hezîranê de hatin binçavkirin. Piştre jî Kaya jî di nav de gelek kes hatin girtin. Dominique Adenot nerazîbûneke tund nîşanî girtina BDP’yiyan da û nameyek ji Serokwezîrê Franse Jean-Marc Ayrault, Wezîrê Derve Laurent Fabius û Balyozê Tirk ê Parîsê S.E. Tahsin Burcuoglu re name şand.
Adenot destnîşan kir ku evane bi awayeke keyfî hatine giritn û xwest şaredar tavilê serbest bên berdan. Serokê Anecr Adenot got; “Ev girtinên nû yên şaredaran, tê wateya binpêkirina mafê mirovan, mafên siyasî û azadiya ramanê, her wiha mafê hilbijartina demokratîk a gelê herêmê tê binpêkirin.
Adenot bi bîr xist ku bi sedan kes di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dan û da zanîn ku li bajarek wiha ku pêwîstiya gel bi hilbijartiyan heye, operasyon û girtina nunerên gelê bajar bêberpirsyartî ye û bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo serbestberdana şaredaran bikevin nava hewldanan.