Komploya Navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998 de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, li paytexta Almanya Berlînê bi mitîngekê hate protestokirin. Di mitîngê de komplo hate şermezarkirin û azadiya Ocalan hat xwestin.
Mitînga Kurdan li ber Deriyê Brandenburg ê dîrokî ye û nêzî Meclîsa Federal a ALmanyayê ye hate lidarxistin. Di mitîntînê de gelek kes beşdar bûn û belavoka Federasyona Komeleyên Kurdan (YEK-KOM) a der barê komployê de hate xwendin.
Mitîng ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Berlînê ve hate lidarxistin û hêzên beşdarî komployê bûne hatin şermezarkirin. Di mitîngê de bênavber dirûşimên “Bijî Serok Apo” hatin gotin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Di mitîngê de belavokên bi Almanî hati belavkirin û posterên Ocalan hatin vekirin. Piştî tedbîrên berfireh ên polîsên Alman, mitîng bi dawî bû.