Komplo û êrîşên li ser Efrînê bi çalakiyan hatin şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li gelek bajarên Ewropayê bi meş û xwepêşandanan hatin şermezarkirin.

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li gelek bajarên Ewropayê bi meş û xwepêşandanan hatin şermezarkirin.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, meşa dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana Efrînê dest pê kir bi coş dewam dike. Di roja duyemîn de meşa dirêj ji ber Laatzen Leîner Centerê saet 11'an dest pê kir. Meşvanan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Em hemû Ocalan in" û "Bijî berxwedna Efrîn" qîriyan û belavok belav kirin. Roja duyemîn a meşê li ber gara trenê ya Hannoverê qediya. Roja sêyemîn jî çalakger wê ji Langenhagen Theodor-Heûss-Strasseyê dest bi meşê bikin û dosyayekê pêşkêşî parlamentê bikin.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo berxwedana serdemê ya li Efrînê meşek hate organîzekirin. Girseya gel saet 13'an ji ber Dêra K'Dammê dest bi meşê kir û heta Potsdamer Platzê meşiya. Çalakgeran di meşê de işaret bi pêwendiya êrîşên li ser Efrînê bi tecrîd û komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan kirin.

KOPENHAGEN: Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn, bi heman armancê li meydana Şaredariya paytext Kopenhagenê li hev civiyan. Di çalakiyê de komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike hatin şermezarkirin û hat ragihandin ku bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî vê yekê cihê şermê ye. Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" qediya.

BREST: Li bajarê Brest ê li rojavayê Fransayê, bi sedan kes li Place la Lîbertî li hev civiyan û tecrîda giran a li ser Ocalan şermezar kirin. Di mîtîngê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê jî hatin şermezarkirin û zimanê Fransî dirûşmên "Bimire komploger", "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn. Qisekeran diyar kirin ku hewl tê dayin, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî li Efrînê bi komkujî û qirkirinê bikeve meriyetê. Di mîtîngê de ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hate kirin.

LARNAKA: Kurdistaniyên ku li bajarê Larnaka yê Qibrisê li hev civiyan, ji bo şermezarkirina komployê û êrîşên li ser Efrînê meşiyan. Nûnerê PYD'ê Yasîn Derboş bi navê girseya gel daxuyanî da û got, "Kurd bi felsefeya berxwedanê ya Rêbertî li ber xwe dide. Ev felsefe li çar parçeyên Kurdistanê didome. Eger îro gelên cîhanê bi me re ne, ev yek serketina felsefeya Rêbertî ye. Terorîzma Erdogan wê bi ser nekeve. Efrîn wê bi berxwedana xwe ya bi heybet bi ser bikeve.

ATÎNA: Çalakiyên ku bi Însiyatîfa Efrînê li paytexta Yewnanîstan Atînayê tên lidarxistin, ev 23 roj in dewam dikin. Ji bo agahdarkirina raya giştî li meydana Syntagmayê stant hate vekirin. Arjîn Licê daxuyaniyek da û got, "Gelê Efrînê bi tenê nîne."

BRUKSEL: Meşa dirêj a ji bajarê Charlerîo yê Belçîkayê dest pê kir duh bi piştî 3 rojan li Brukselê bi mîtîngekê qediya. Li Place Schûmannê siyasetmedar Hasan Çewlik axivî û bi bîr xist ku ya li Efrînê ketiye meriyetê projeya paradîgma Ocalan e. Çewlik destnîşan kir ku li dijî zîhniyeta tekparêz ew ê timî li cem gelê Efrînê bin. Endamê Komeleya Demokratên Ermenî li Belçîkayê Hovsep Hayrenî jî diyar kir ku dewleta Tirk qirkirina ku 100 sal beriya niha li Ermeniyan kir îro dixwaze li Kurdan bike û got, li Efrînê wê têk biçe.

TORÎNO: Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe li Pîazza Carlo Felîce Porta Nûva li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Efrîn", "Her der Efrîn e, her der berxwedan e", "Bijî YPG/YPJ" û "Bijî Serok Apo" meşiyan. PiştÎ meşê daxuyanî hat dayin û ji bo xwedîderketina li Efrînê bang hate kirin.

VIYANA: Meşa dirêj a ji bajarê St. Polten ê Awûstûryayê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê det pê kir, piştî 2 rojan gihîşt paytexta Viyanayê. Meşa ku ji aliyê bi seadn kesî ve hate pêşwazîkirin li ber avahiya Parlamenta Awûstûryayê qediya.

TORONTO: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar bikin çalakiyek li dar xistin. Nêzî 100 kesên tevlî çalakiyê bûn ji bo berxwedana Efrînê dirûşm qîriyan.