Komkujiya Geverê li Koln’ê hate protesto kirin
Komkujiya Geverê li Koln’ê hate protesto kirin
Komkujiya Geverê li Koln’ê hate protesto kirin
Ji bo protesto kirina 3 welatiyên ku li navçeya Colemêrgê Geverê bi guleyên polîsan hatin qetil kirin, li bajarê Elmanya Koln’ê çalekiyek protestoyê hat li darxistin.
Ji bo Mehmet Reşît û Veysel Îşbilir ku di 6’ê Kanûnê de bi guleya polîsan hatin qetil kirin û di 7’ê Kanûnê de jî Bêmal Tokçû ku ji aliyê polîsan ve hate birîndar kirin û di 11’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Elmanya Koln’ê li pêş Kilîseya Dom a dîrokî xwepêşandanekî protestoyê hate li darxistin.
Çalekvanên ku berxwedana Geverê silav kirin dovizên “Em zîhniyeta Komkujî pêk anî” şermezar dikîn. Li ser navê Meclisa Gel a Koln’ê Îbrahîm Demir ku axivî bangewaziya komkujiyên di dema hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin pêwiste bi dawî bibin.
Di çalekiyê de li ser hev dirûşmên weke “Bijî serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin qêrîn.