Komîteya Ewropayê ya HBDH'ê ji bo Ecevît Pîroglû bang kir
Komîteya Ewropayê ya HBDH'ê got, "Ji bo rawestandina radestkirina Ecevît Pîroglû, ji bo azadiya wî li dijî hikumeta Sirbistanê bikevin nava liv û tevgerê."
Komîteya Ewropayê ya HBDH'ê got, "Ji bo rawestandina radestkirina Ecevît Pîroglû, ji bo azadiya wî li dijî hikumeta Sirbistanê bikevin nava liv û tevgerê."
Di daxuyaniya Komîteya Ewropayê ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, "Ji şoreşgerên Tirkiyeyî Ecevît Pîroglû demeke dirêj e li girtîgehên Sirpê dîl girtî ye ku dewleta Sirbistanê dixwaze wî radestî Tirkiyeyê bike."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ecevît Pîroglû ji sala 1992'an û vir ve li Tirkiyeyê cihê xwe di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de girt, ji ber karên xwe yên polîtîk gelek caran hate destgRîrkirin, li girtîgehan dîl hate girtin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ecevît Pîroglû yek ji şoreşgerên enternasyonalîst ên Tirkiyeyî ye ku li Berxwedana Gezî û Rojava têkoşiya. Di 24'ê Hezîrana 2021'ê de li balafirgeheke Sirbistanê hate destgîrkirin û dîlgirtin. Bûye 18 meh ku bi rengekî bêhiqûqî hate darizandin. Hikumeta Sirbistanê 18 mehan bersiveke erênî neda serlêdana wî ya ji bo penaberiyê.
Ecevît Pîroglû ji ber darizandina nehiqûqî û bersivnedana daxwaza wî ya penaberiyê, li dijî van binpêkrina 136 rojan greva birçîbûnê kir.
Ecevît Pîroglû ku 18 meh in li Sirbistanê dîl girtî ye û daxwaza îadeya wî tê kirin, doza wî wê 18'ê Çileya 2023'an li dadgeha Temyîzê pêk were. Dadgeha Temyîzê wê cara dawî biryara xwe di 18'ê Çileyê de eşkere bike.
Ji bo rawestandina îadekirina Ecevît Pîroglû, ji bo berdana wî em bang dikin ku li hemberî hikumeta Sirbistanê bikevin nava liv û tevgerê, ji bo vê çalakiyan lidar bixin."