Endamên Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê ya di bin serokatiya Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek, ji aliyê serokomar Abdullah Gul ve hatin qebûlkirin. Çîçek destnîşan kir ku Gul piştgirî daye pêvajoyê.
Hevdîtin li Koçika Çankayayê nêzî saetekê bi awayekî girtî berdewam kir. Di heyeta bi serokatiya Cemîl Çîçek de van endamên komîsyonê cih girtin wiha ne; Parlamenterê Stenbolê yê BDP’ê Sirri Sureya Onder, parlamenterê BDP’ê yê Amedê Alatan Tan, Parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, parlamenterê AKP’ê yê Karabukê Mehmet Alî Şahîn, Parlamentê AKP’ê yê Stenbolê Mustafa Şentop, parlamenterê CHP’ê yê Konyayê Atîlla Kart, parlamenterê MHP’ê yên Konyayê Faruk Bal, parlamenterê MHP’ê yên Antalyayê Tunca Toskay, parlamenterê MHP’ê yê Erziromê Oktay Ozturk.
Hate destnîşankirin ku dê di rojên pêş de komîsyon dê lîderên partiyên siyasî ziyaret bikin. Çîçek piştî hevdîtinqa bi Gul re daxuyanî da û da zanîn ku serokomar diyar kiriye ku pêvajoyê dişopîne.
Çîçek wiha pê de çû: “ Di van xebatan de hêvî hene. Xebatên gelek girîngin. Ji ber vê jî xebatan ji nêzve dişopîne û got ku dê di her warî de piştgiriyê bide we. Ji ber vê em ji vê serdanê kêfxweş bûn. Piştgiriyê dide pêvajoyê. Ez bawerim dê serokê giştÎ jî heman nirxandinê bike. Însalah em vê berpirsyariya dîrokî bi awayekî baş bi dawî bikin.”