Komek nîjadperestan êrîşî avahiya BDP’a Osmaniyeyê kirin

Komek nîjadperestan êrîşî avahiya BDP’a Osmaniyeyê kirin

Komek nijadperest di nava rojê de êrîşi avahiya BDP'ê ya Osmaniyê kirin. Polîsan êrîşkar kom kirin û birin Midûriyeta Polisan ya Osmaniyê. Serokê BDP'a Osmaniyê Maşallah Çetîn anî ziman ku, koma nijadperest li tenişta avahiyê kom bûn û êrîş kirin. Çetîn da zanîn ku, pişt re polîsan kom belav kir.

Êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê yên piştî teqîna li Dîlokê her ku diçe zêde dibe. Niha jî koma nijadperestên li ber avahiya BDP'ê kom bûn, li nava rojê êrîşi avahiya BDP'ê ya Osmaniyê kirin. Piştî êrîşê polîsên hatin cihê bûyerê êrîşkar kom kirin û birin Midûriyeta Polisan ya Osmaniyê. Koma xwest êrîşê pêk bîne dar û cop danîn avahiya BDP'ê.

Serokê BDP'a Osmaniyê Maşallah Çetîn anî ziman ku, koma nijadperest li tenişta avahiyê kom bûn û êrîş kirin. Çetîn da zanîn ku, pişt re polîsan kom belav kir. Çetîn da zanîn ku, avahiya wan li qatê 3'an ya Qada Cumhuriyetê ye û di demjimêr 13.00'an de êrîş ji aliyê 5-6 kesan ve pêk hat. Çetîn da zanîn ku ji ber hêjbara endam û rêveberên BDP'iyan zêde bû komê nekarîbû tiştekî bikin û wiha got: "Niha polîsan dora avahiyê dorpêç kiriye.

Herî dawî avahiya BDP’ê ya navçeya Îskenderûna Hatayê li rastî êrîşa bombeyî hat. Tevî êrîşa li Îskenderûnê, di nava 5 rojan de zêdetirê 10 caran êrîşên nijadperest li hemberî avahiyên BDP’ê pêk hatin.