KOMAW'ê şehîdên Cotmehê bi bîr anî
KOMAW'ê şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û bang kir ku gel li dora şehîdan bicive.
KOMAW'ê şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û bang kir ku gel li dora şehîdan bicive.
Komîteya Malbatên Şehîd û Nebediyan (KOMAW) têkilî şehîdên meha Cotmehê daxuyanî da.
KOMAW'ê, şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û got ew ê di rêya şehîdan de bimeşin, hewl bidin layiqî bîranîna wan bin.
KOMAW'ê, Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî û diyar kir têkoşîna wê ya li dijî dewleta Tirk û xayintiya li Başûr, helwesta wê ya şoreşger, lehengî, çalakiya wê ya fedayî îro jî derbasdar e û got ji ber têkoşîna Bêrîtanî ya peyrevê Bêrîtan ne artêşa Tirk a dagirker û ne jî xayinên hevkarên dagirkeran nikarin bi ser bikevin, li gel teknîka herî pêşketî jî bi ser nakevin, derbê li ser hev dixwin û çekên kimyewî bi kar tînin.
Di daxuyaniyê de bi berdewamî berxwedana Arîn Mîrkan û hevalên wê ya di berxwedana Kobanê de hate bibîrxistin û hate gotin, ''Êrîşên DAÎŞ'ê têk birin û bûne sembolên Şoreşa Rojava.''
KOMAW'ê got, ''Di şexsê Gurbetelî Ersoz, Sarya, Dr. Şirvan, Zekî Palabiyik, Delîl Dogan, Kazim Kulu, Paramaz Kizilbaş ê enternasyonalîst û Andrea Wolf û Azîmê de em şehîdên meha Cotmehê bi bîr tînin, şehîdên Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin û ji bo ku layiqî wan bin em ê hewl bidin.''
KOMAW'ê herî dawî bang li gelê Kurdistanê kir ku li ser rêya şehîdan bicive, bimeşe û li şehîdan xwedî derkeve.