Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

KOMAW: Divê şer werin sekinandin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk werin çareserkirin

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) di peyama xwe ya Cejna Remezanê de banga; ‘’Divê şer tavilê werin sekinandin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk û diyalogê werin çareserkirin’’ kir.

Saziya Malbatên Şehîdan  (KOMAW) bi boneya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da û ev yek anîn ziman: ‘’Di serî de malbatên me yên şehîdan, em Cejna Remezamê li gelê Kurd ê welatparêz, alema Îslamê û Rêberê Gelê Kurd bi dil û can pîroz dikin.

Dewama daxuyaniya KOMAW’ê bi vî rengî ye: 

‘’Cejna Remezanê; yek ji wan rojan e ku piştevanî, parvekirin, kêfxweşî û biratî bi awayên herî xurt xwe nîşan didin. Em hêvî ikin ku ev cejna watedar bi be wesîleya aşitiya gelan,û demokrasî û çanda jiyana hevpar.

Di serî de malbatên me yên şehîdan hemû gelê Kurd di tevahiya dîrokê deêşên mezin kişandiye û girantirîn bedêlên şeran daye.  Tevî vê yekê jî gelê me tu caran bi hestên kîn û tolhilanînê tev negeriyaye; hemû caran aligirê aşitî, biratî û pêkvejiyanê bûye. Ev sekn, xurttirîn û rûmettirîn mîrateya gelê me ye.

Şer û pevçûnên li herêma me berdewam dikin, bes bandorê    hin derdoran nakin di heman demê de bandoreke mezin li hemû gelên li Rojhilata Navîn dikin û di serî de jin, zarok û welatiyên sivîl bandoreke neyînî li jiyanan bi milyonan însanan dikin. Li hemberî vê rastiyê dubare bi awayekî eşkere tê dîtin ku aşitî çi qasî hewce û lezgîn e.

Girêdayî vê yekê banga me zelal e:

Divê şer tavilê werin sekinandin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk û diyalogê werin çareserkirin. Pêşerojeke ku gel bi awayekî wekhev, azad û bi rûmet bijîn pêkan e û ev yek girêdayî aşitiyê ye.

Weke Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), em dubare îfade dikin ku tevî hemû êşên xwe jî em ê sekna xwe ya girêdayî aştî, demokrasî û xwişk-biratiya gelan bi biryardarî bidomînin.’’