Koma 15’emîn nobet ji Ocalan re Azadî dewr girt

Koma 15’emîn nobet ji Ocalan re Azadî dewr girt

Nobeta “Ji Ocalan re Azadî” ya li ber Konseya Ewropa ya li bajarê Franse Strasbourgê ji aliyê koma 15’emîn ve derw hate girtin.

Çalakiya nobetê ya ji aliyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî li ber Konseya Ewropa (KE) hatiye destpêkirin, di roja 93’emîn de ye.

Her hefte, komek nobetê dewr digire. Nobeta vê hefteyê ji aliyê koma ji bajarê Marsîla yê li başûrê Franseyê ve dewr hate girtin.

Ji çalakgerên nobetê Azad Evîndar axivî û bi bîr xist ku zêdetirê salekê ye tu agahî ji Ocalan nayê girtin û diyar kir ku ew ji rewşa tenduristiya Ocalan bi fikar in.

Evîndar bêdengiya welatên rojava ya li hemberî vê yekê rexne kir û got; “Êdî tu ferq di navbera saziyên Ewropa û hukûmeta AKP’ê de nemaye.”