KODAR'ê êrîşên li Tehranê şermezar kir

KODAR'ê êrîşên duh ên li Tehranê şermezar kir û got, "Li Îranê, bi guhertinên demokratîk pêşî li terorê û şîdetê dikare bê girtin."

Kongreya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), li ser êrîşên duh ên li paytexta Îran Tehranê daxuyaniyeke nivîskî weşand, ku di her du êrîşan de 12 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.

Di daxuyaniya KODAR'ê de hat gotin, "Li Îranê bi guhertinên demokratîk ancax pêşî li terorê û şîdetê dikare were girtin" û diyar kir, êrîş weke mijareke polîtîkayên Îranê yên li herêmê nirxand. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Terorîzm bi rêbazên faşîst, desthilatdarîparêz û komkujiyê nikare ji holê were rakirin. Ev rêbazên tên bikaranîn, versiyoneke din a terorîzmê ye. Rejîma Îranê ku yek ji sedemên kaosa li Rojhilata Navîn e, bi rêbazên terorîzma herêmî û olî, hewl dide Şoreşa xwe ya Îslamî li welatên din jî bi cih bike."

KODAR'ê destnîşan kir, civaka Îranê berdêla polîtîkayên şaş ên rejîma Îranê dide û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, dixwaze civakê û daxwazên civakê her tim kontrol bike. Ev yek jî weke encameke hewldana Îranê ya şandina faşîzma xwe ji bo hundir û derve, derdikeve holê. Ev gav jî, terorîzm û gavên terorîstî jî dibin sedem ku krîza civakî û herêmî girantir bibe. Berdêla vê yekê jî civak dide. Bi ti awayî bi kêrî daxwazên azadî, wekhevî û azadiyê yên gelan nayê."

KODAR'ê diyar kir, ew êrîşê mehkûm dikin û di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Yekane rêya rizgariya ji kaos û krîza hundir û derve ya Komara Îslamî ya Îranê, pêşîvekirina li hêzên civakî ye ku dikarin guhertina demokratîk bikin. KODAR, her çalakiyeke terorîstî weke derbeke li gelan, li mafên civakê û baweriyan hatiye xistin, dibîne. Van êrîşan weke sedema giranbûna faşîzma li ser civakê dibîne û mehkûm dike. Bêguman civaka Îranê hêjaye jiyaneke bi hev re, azad û demokratîk. Pêwîste rejîma Îranê jî xwe ji vê rewşa terorîzmê ya ku ji ber polîtîkayên wê yên belavbûnê rû daye, rizgar bike."

Duh danê sibehê li avahiya parlamenta Îranê û gora yek ji lîderên olî yên Îranê Ayetûllah Hûmeynî êrîş hatibûn kirin û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, 42 kes jî birîndar bû bûn. DAIŞ'ê ev êrîş li xwe girtibû.