Koçyîgît: Em li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê bibin yek
Hevberdeka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Li hemberî eniya faşîst divê em eniya yekgirtî ya gelan xurttir bikin.”
Hevberdeka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Li hemberî eniya faşîst divê em eniya yekgirtî ya gelan xurttir bikin.”
Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mêrsînê, li Navenda Kar a Dîa Center a Yenîşehîrê hat lidarxistin. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît beşdarî lijneyê bû. Pankarta “Niha serdema HDK’ê ye, ji bo avakirina jiyana nû em xwe di HDK’ê de birêxistin dikin” bi salonê ve hat kirin.
Hevberdevka HDK’ê ya Mêrsînê Canan Yuce axaftina vekirina Lijneya Giştî kir. Piştre ji bo dîwanê hilbijartin hat kirin û rêz hat girtin. Hevberdevka HDK’Ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di lijneyê de axivî û bal kişand mijarên di rojevê de. Koçyîgît, behsa Roja Astengdarên Cîhanê ya 3’yê Kanûnê kir û wiha got: “Em ê heya dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna welatiyên xwe yên astengdar.”
‘KAPÎTALÎZ DI NAV KRÎZÊ DE YE’
Koçyîgît, anî ziman ku ji sala 2007’an ve cîhan ketiye nava krîzeke kûr û wiha pê de çû: “Pergala kapîtalîzmê ji bo vê krîzê derbas bike, argumanên cuda bi kar tîne. Argumana herî mezin jî zêdebûna çekan e. Bi van çekan gelên mezlûman qetil dikin. Ev krîz bandora xwe li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî kiriye. Hêzên kapîtalîst ên navneteweyê yên cîhan û sermayedarên wan ê herêmî hene. Dixwazin li dijî gelên Rojhilata Navîn, pergalekê ava bikin. Gelo hemû civak û gelên Rohilata Navîn ji vê yekê re serî ditewîne? Na. Gelên ku baweriyê bi jiyana demokratîk tînin û di xeta azadî û wekheviyê de bi israr in, li hev kom bûn û Şoreşa Rojava ava kirin. Ji ber vê yekê wê tu carî hêzên kapîtalîst û sermayedar tu carî bi ser nakevin.”
‘DIVÊ EM JÎ ENIYA YEKBÛYÎ YA DEMOKRASIYA GELAN AVA BIKIN’
Koçyîgît, dest nîşan kir ku AKP, MHP, Ergenekon û Partiya Vatanê tifaqek nû ava dikin û wiha axivî: “Li dijî eniya faşîst a neteweyî, divê em jî eniya yekbûyî ya demokrasiya gelan ava bikin. Li vî welatî pergalek nû tê avakirin. Hemû mafên me ji destên me hatine girtin. Divê em xwedî van mafê xwe derbikevin. Divê em xwe komîn bi komîn rêxistin bikin, meclîsên xwe mezin bikin û xwedî tiştên ji me hatin girtin, derbikevin. Encex em karibin hişmendiya rizîbûyî û bêhn pêketî wisan birûxînin.”