'Kobanê wê azad bibe û wê ji çeteyên bê esil bê paqijkirin'
'Kobanê wê azad bibe û wê ji çeteyên bê esil bê paqijkirin'
'Kobanê wê azad bibe û wê ji çeteyên bê esil bê paqijkirin'
Welatiya Ermenî a bi navê Marene Kîledîyon Manûelîon, ku di sala 1979'an de ji bajarê Rihayê de koçberî Kobanê bûye, niha ji ber çeteyên hovane yên DAIŞ'ê dîsa koçber bûye û hatiye Pirsûsê. Manûelîon gotina çeteyên DAIŞ'ê a gotibûn 'em ê nimêja roja cejnê li Kobanê bikin' bibîrxist û wiha axivî: "DAIŞ her tim digotin em ê bên Kobanê nimêja cejnê bikin, lê ev her tim vala derdiket. Kobanê ev 87 roj in têdikoşe û bi saya hêzên YPG'ê ez bawerim ku dê Kobanê azad bibe û ji wan çeteyên bê esil paqij bib, em ê jî li cih û warên xwe vegerin."
Welatiya Ermenî a bi navê Marene Kîledîyon Manûelîon (38), ku di sala 1979'an de ji bajarê Rihayê de koçberî Kobanê bûye, niha ji ber çeteyên hovane yên DAIŞ'ê dîsa koçber bûye û hatiye Pirsûsê. Manûelîon dayika 3 zarokan e û ji bo malbata xwe xwedî bike li cihekî bi navê Kewanî wekî xwarinpêjekê dixebite. Manûelîon diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê tiştekî wan ne hiştine û her der wêran kirine. Manûelîon da zanîn ku dema li Kobanê bû ji aliyê aborî de rewşa wan pir baş bû û nêzîkî 2 meh û nîv di vê koçberî yê gelek zahmetî û êş kiþandiye.
'DI ROJÊN XERAB DE GELÊ PIRSÛSÊ XWEDÎ LI ME DERKET'
Manûelîon destnîşan kir ku Pirsusiyan deriyên xwe heta dawiyê vekirine û anî ziman ku heta niha wan nebaşiya Kurdan nedîtiye û got: "Ez wek jinek Ermenî di nav gelê Kurd de bi salan ma me û qet ti tadeya wan ne gihaştiye me. Dema em hatin Pirsûsê em perîşan bûn. Xwedîderketina Pirsûsê li me, em gelekî kêfxweş kir. Her tim Pirsûs û Kobanê yek e û yên ev têl xistine navbera wan nikarin wan ji hev biqetînin. Bi alîkariya gelê Pirsûsê em li ser lingan man. Ne ji wan bûya bê kî zanî bû em niha li kî derê bûn. Ji me re gotin ku 'mala me mala we ye, heta kengî dimînin bimînin'."
'BI SAYA HÊZÊN YPG'Ê EZ BAWERIM KU WÊ KOBANÊ AZAD BIBE'
Manûelîon gotina çeteyên DAIŞ'ê a gotibûn em ê nimêja roja cejnê li Kobanê bikin bibîrxist û wiha axivî: "DAIŞ her tim digot em ê bên Kobanê nimêja cejnê bikin, lê ev her tim vala derket. Berxwedana Kobanê ev 87 roj in ji hêla şervanên YPG û YPJ'ê didome. Eger ne ji hêzên YPG'ê bûya niha çeteyên DAIŞ'ê komkujî kiribûna. Dema DAIŞ ketin nav gundên Kobanê bi sedan kes şerjê kirin. Yên reviyan xwe xilas kirin. Malên me û alavên me giş şewitandin. Yên ji wan re dibin dizîn. Ev vana li dijî mirovatiyê ne. Vana ne şiklên mirovan e. Bi saya hêzên YPG'ê ez bawerim ku wê Kobanê azad bibe û ji wan çeteyên bê esil paqij bibe, em ê dîsa biçin welatê xwe û serketina şervanên YPJ-YPG dixwazim."