KNK: Êrîşên li dijî kurdan bê bersiv namîne

KNK: Êrîşên li dijî kurdan bê bersiv namîne

Konseya Rêvebira Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) êrîşa artêşa tirk ya li hemberî YGP’ê şemerzar kir. Divê her kes zanibe ku gelê Kurd yên Rojava ne tenê ne û êrîşa li dijî gelê Kurd jî bê bersiv namîne. KNK’ê da zanîn ku dijminatiya dewleta Tirk, ya li dijî gelê Kurd sinoran nas nake û her diçe dijwar dibe û wiha got: “ Di vê pêvajoya ku herêm ji nû ve tê dizaynkirin de, Dewleta Tirk jî, bi armanca tesfiyekirina gelê Kurd, li tevahiya Kurdistan û cîhanê di nava helwdanan de ye. “

KNK’ê der barê êrîşa li hembeî YGP’ê de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Armanca Hikûmeta AKP’ê tasfiyekirin û têkbirina destketiyên gelê Kurd e. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê pengavek dîrokî avêtin, dewleta AKP’ê berê xwe da vê herêmê û ji bo têkbirina destketiyên Kurdên Rojava, serî li her riyên kirêt, kujerî û faşîzan dide. Ji aliyekî ve dixwaze birakujiyê bixe nava Kurdan, ji aliyê din ve çeteyên kujer ixracî Sûriye dike, kontra û çeteyên wan jî êrîşên kujerî li dar dixin.

Herî dawî li sinorê Tirkiyeyê û Sûriye, Herêma Kurdistanê di xeta Dirbêsiyê de, eskerên artêşa Tirk a dagirker, yekîneya YPG gulebaran kirin. Di encamê de endamekî YPG’ê hate kuştin, 2 endam jî hatin birîndar kirin. “

KNK’ê di berdewamiya daxuynaiye de wiha got: “ YPG, Hêzên Parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên rewa ne û berpirsiyariya wan parastina gel û destketiyên gelên li Kurdistanê ye. Lê hêzên dewleta AKP’ê, xwedî zihniyeta dagirkerî û dijminatiya kîndarî ya gelê Kurd in. Bi vê mebestê, li dijî pengava dîrokî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê, di nava êrîşkeriya faşîzan de êrîşkeriyan dike. Geh di nava kurdan de nakokiyan kûr dike, geh çete û kontra dajo ser kurdan. Armanca dewleta AKP’ê şerê ku ber bi dijwariya mezhebî diçe, li herêma Kurdistana Rojava jî derbixe û wê herêmê jî tevlihev bike. Armanca duyemîn jî ew e ku rê li ber statuya siyasî, xwe rêxistinî û sazkariya Xweseriya Demokratîk bigire. “

KNK’ê destnîşan kir ku pêwiste tevahiya gelê kurd li çar parçeyan li dijî dijminatiya kronîk ya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û wiha hat egotin: “ Pêwiste kes û derdorên bi dewleta AKP’ê re tekildar in û florteke bêperwa dikin jî, rewşa xwe dibinçavan re derbas bikin. Pêvajoyên dîrokî sedsalê carekê tên û dubare nabin. Dema derbas dibe jî paş de venagere. Pêwiste gelê kurd û hêzên gelê Kurd yên siyasî vê rastiyê bibînin û firseta derketiye holê baş binirxînin. Di vê pêvajoya dîrokî de, pêwiste gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurd di nava yekîtiyek neteweyî de, bi stratejiyek neteweyî haraket bikin û firseta dîrokî ji destên xwe bernedin. Em weke KNK, diyar dikin ku koletî ne qedera gelê kurd e. Gelê Kurd azadî heq kiriye, ji bo azadiya xwe jî berdêlên giranbiha dane. “

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke KNK, êrîşkeriya dagirker û faşîzan ya hêzên dewleta Tirk ya li dijî yekîneya YPG’ê bi tundî şermezar dikin, ji malbata ciwanê Kurd, Hogir Beşîr Erebo û ji tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndarên bi navê Tamir Hewaz û Mazlum Reşad Elî re jî şîfayê dixwazin. Êrîşa hêzên faşîst yên dewleta AKP’ê, li sinorê Dirbesiyê û li dijî hêzên YPG’ê, li dijî tevahiya gelê Kurd e. Gelê Kurd jî êrîşên li dijî xwe qebûl nake. Divê her kes zanibe ku gelê Kurd yên Rojava ne tenê ne û êrîşa li dijî gelê Kurd jî bê bersiv namîne.