KNK’ê serdegirtina Şaredariya Wanê şermezar kir

KNK’ê serdegirtina Şaredariya Wanê şermezar kir

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di derbarê terora hikumeta AKP’ê ya li dijî Kurdan û binçavkirinên li Wanê daxuyaniyek nivîskî da. KNK’ê di daxuyaniyê de terora binçavkirinê ya li Wanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, hikumeta AKP’ê û partiya CHP’ê li dijî Tevgera Azadiya Kurd di nava hevkariyekê de ne. Her wiha KNK’ê balkişand ser girîngiya Konferansa Netewî jî.

Kongreye Netewî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya xwe de balkişand ser êrîşên hikumeta AKP’ê yên li seranserê Kurdistanê û herî dawî serdegirtin Şaredariya Wanê û binçavkirina Şaredar Bekir Kaya şermezar kir. KNK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt destnîşan kirin :

« Hêzên AKPê, vê carê jî li Wanê û hinek bajarên din yên Kurdistanê terora dewletê meşandin û hilbijartiyên gelê Kurd, şaredarê Wanê Bekir Kaya jî di nav de, şaredarên navçeyên Wanê û hinek ji rêvebirên BDPê girtin binçavan.Avêtina ser malan û şaredariyên BDP’ê, li Wanê di pêvajoya hevdîtina serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan û serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarooglu de pêk hat. Ji xwe, piştî civînê jî, Kiliçdaroglu û Erdogan jî, behsa êrîşa terora dewletê ya li Wanê û girtina binçavan nekirin.

Di demeke ku behsa “koma aqîl”, “Sazkirina koma Mutabaqatê” û “mutabaqata civakî” dikin de, bêdengiya li hemberî terora dewletê ya li Wanê, li hemberî tecrîda 11 mehan li Îmralî li ser Birêz Ocalan dewam dike, watedare. Ev jî dide xuya kirin ku her du alî jî, di nava lêgerînên hevkariya li dijî Haraketa Azadiya Kurd de ne.

Êrîşa terorane ya li Wane, giritna binçavan ya şaredar û siyastemedarên Kurd, da xuya kirin ku armanca AKP’ê û dewleta Tirk, ewe ku Kurdistanê ji nû de dagir bikin. Di şerê 30 salî de, bi saya cengaweriya şehîdên azadiyê û têkoşîna gelê Kurd, di qada eskerî û qada siyasî de dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, ji Kurdistanê hatin tesfiye kirin. Desthilatdariya AKPê jî, piştî hilbijartinên giştî, kete nava hewldanan û operasyonên li dijî siyastemedar, bijartî, parêzer, xwendekar, jin, zarok û rojnamevanên Kurd dane destpê kirin. Kiryarên li dijî gelê Kurd teva, bi biryara Konseya Ewlekariya Dewletê û bi fermana serokwezîr Tayyip Erdogan û wezîrên wî têne kirin. Li hemberî gelê kurd faşîzmeke reş tê meşandin.

Em terora dewletê ya li seranserî Kurdistanê û terora duh ya li Wane, bi tundî şermezar dikin. Baş tê zanîn ku, desthilatdariya AKPê di erdheja Wane de, gelê Wanê ceza kir, niha jî bi terora li dijî şaredar û rêvebirên BDPê, bijartiyên Wanê ceza dike.

Di pêvajoya ku, hêzên navneteweyî di pirsgirêka Rojhilata Navîn de, civînên cûda cûda pêktînin de, pêwiste gelê Kurd baş zanibe ku, pêdivî bi Konferansa Neteweyî heye. Divê gelê Kurd jî di vê pêvajoya dîrokî de were cem hev bibe bersiva demê. Divê bê zanîn ku, pêk hatina Konferansa Neteweyî wê bibe hêza îradeya gelê Kurd, wê di dizaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de, bibe aktorê sereke. Di heman demê de, wê rê li ber faşîzma kujerî ya dewleta Tirk û operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî jî bide rawstandin. »