Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û têkoşera Kurd Kwêstan Dawudî danê sibehê ji ber nexweşiya penceşêrê li parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo wefata têkoşera Kurd Kwêstan Dawudî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê de ev tişt hate gotin: ”Xebera xembar û dilsoj ya wefata Endama Konseya Rêveber a KNK ê Birêz Kwêstan Dawudî, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Kwêstan Dawudî, di destpêka şoreşa Rojhilata Kurdistanê de cihê xwe girt û ji ber wê xebata xwe kete zîndanên rejîma Îran ê. Demeke dirêj di zîndanên rejîmê de ma. Piştî ji zîndanê derket, xebata xwe berdewam kir û derket derveyî welat. Li derveyî welata jî, heta roja dawî ya jiyana xwe, bi temamî di xeta welatparêzî de xebatkarek çalak bû. Birêz Kwêstan Dawudî, ji pazdeh salan zêdetire endamekî çalak ya KNKê bû û her wiha endama Konseya Rêvebir ya KNKê bû. Di hemû kar, çalakî û civînên KNK’ê de weke endamekî serkêş amade bû. Bi teybetî di xebatên ji bo Rojhilatê Kurdistanê de xwedî cihekî diyar bû. Dema ku serhildanên li ser şehadeta Jîna Emînî destpêkirin, Heval Kuwêstan bi wî halê xwe yê nexweşiya giran de jî, tevlî çalakîyan bû û di nava serhildanê de cihê xwe girt. Wefata Hevrê Kwêstan ji bo me û ji bo hemû gelê me, windahiyek mezin e. Em ji ber wefata Birêz Kwêstan Dawudî gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dost û hevrêyên wê parve dikin. Bi vê wesîleyê em sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbata wê re dixwazin. Hevrê Kwêstan, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin.”