KNK'ê ji ber wefata Kerîm Findî peyama sersaxiyê weşand

KNK'ê ji ber wefata mamoste û nivîskar Kerîm Findî peyameke sersaxiyê weşand.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber koça dawî ya Mamoste Kerîm Findî peyameke sersaxiyê weşand.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"5'ê Sibatê 2023 mamoste, nivîskar û rewşenbîrê Kurd 'Kerîm Findî' koça dawî kir. Bi wefata mamoste em di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de, xembar bûn, her wiha xem kete nava tev rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê, nexasim ên Behdînanê. Ji bo vê em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê bi giştî dikin û ji malbat û dostên wî re taybetî sersaxiyê dixwazin.

Mamoste Kerîm Findî nivîskar û vekolînerekî dewlemend ê bi warên wêje, ziman û rewşenbîrî yê Başûrê Kurdistanê ye. Mamoste bi dehan pirtûk û nivîs li ser giştî ziman, wêje, ziman û rewşenbîriyê diyarî û pêşkeşê pirtûkxaneya Kurdî kirin. Di warê mamostayetiyê jî de fêrker û perwerdekarê çendîn nivşên xwendevan, wêjevan, nivîskar û akademîsyonên devera Behdînanê bû."