Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

KNK'ê Cejna Remezanê pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK'ê cejna Remezanê pîroz kir û ragihand ku li gel şer û rewşa nediyar a li herêmê jî gel wê cejna xwe bi xwişk-biratî û di nava aştiyê de pîroz bike.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya cejna Newrozê peyamek weşand. Peyam bi vî rengî ye:

"Sibe cejn e, cejna Remzanê ye. Em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Remezanê li welatê me û li hemî cîhanê, bibe wesîleya aştî û aramiyê. 

Em niha di destpêka biharê de ne. Em di hefteya Newrozê de ne, em ê cejna Remezanê û cejna Newrozê bi hev re pîroz bikin. 

Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di demeke hesas û hestyar da derbas dibe. Şerê Emerîka – Îsraîl  û Îranê bi hemû germahiya xwe ve berdewame. Li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke nû heye û hingî diçe ev parçe dibe rojeveke sereke. Piştî serê salê li ser rojavayê Kurdistanê êrîşên mezin pêk hatin. Niha bi rêveberiya Şamê re peymanek hatiye çêkirin, lê rewşeke ne diyar li seranserê Suriyeyê heye. Li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsa Kurdî ev demeke pêvajoyek diyalogê heye û niha ber bi merhaleyeke nû ve diçe. Li Başûrê Kurdistanê ev e nêzîkî sal û nîvê ye hilbijartin çêbûne lê hukumet nehatiye avakirin, parlamento ne li ser kare û pirs û pirsgirêkên li Bexadayê re nehatine çareserkirin. Niha ji ber şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê, gelek caran Başûrê Kurdistanê jî dibe amanc. Li Rojhilata Navîn statukoya Sykes – Pîcot û Lozanê xira bûye, lê şûna wê nêhatiye dagirtin û nexşeya Rojhilata Navîn ber bi guhertinekî ve diçe.

Em cejna Remezanê û cejna Newrozê di vê rewşê da pêşwazî dikin. Kurdistan û herêma me bi giştî ber bi guhertinekî ve diçe. Her çiqas em ne terefê şer bin jî, lê şerê ku li vê herêmê berdewam dike welatê me jî dixe navxwe. 

Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em careke din cejna Remezanê, li hemû girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin."