KNK’ê Cejna Cema ya Laleşê pîroz kir

KNK’ê Cejna Cema ya Laleşê pîroz kir

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê Cejna Cema ya Laleşa Nîranî pîroz kir û banga piştevaniyê ji bo Çira TV kir.

KNK’ê got; “Gelê Kurd, bi bawerî û pîroziyên cûda û jiyaneke hevpar ya wekhevî û dilsozî tê naskirin. Di herka dîroka mirovahiyê de, xaka Kurdistanê bûye cihê baweriyên cûda, gelên cûda û jiyanek hevpar ya bi rûmet.”

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) diyar kir, “Cejna Cema ya Laleşa Nûranî jî, yek ji van nirx û pîroziyên ku ji aliyê civaka Êzdî ve hatiye parastine. Em bi vê bîrûbaweriyê cejna Cema ya Laleşa Pîroz li civaka Êzdî û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin. Pêwiste her kes zanibe ku parastina nirxên civakî û pîroz, tê wateya parastina nirxên tevahiya mirovahiyê.”

KNK’ê got; “Civaka Êzdî, xwedî çandeke qedîm e. Hemberî ku di herka dîrokê de rastî gelek qirkirinên civakî û kulturî hatiye jî, nirxên gelê Kurd, yên baweriya qedîm ya Êzdayetiyê parastine û gihandine qonaxa îro. Îro jî, tevahiya gelê kurd, xwe berpirsiyarê parastina van nirxên giranbiha dibîne.”

Daxuyanî wiha didome; “Baş tê zanîn ku gelê Kurd, di têkoşîna 30 salên dawî de, giha qonaxa xwedî derketina li nirx û pîroziyên xwe. Di heman demê de hişmendiya yekîtiya xwe û xwedî derketina li jiyana hevpar ya bi rûmet. Îro, hêviyên azadiyê mezin bûne û di vê pêvajoya dîrokî de, her roja diçe bêhtirîn bingeha jiyaneke bi rûmet ava dike.

Di gihiştina vê qonaxa dîrokî de, rol û misyona civaka Êzdî mezin e û hîna jî vê rol û misyona xwe ya dîrokî dilîze. Ev cihê şanazî û serbilindiyê ye.”

KNK’ê banga xwedîderketina li Çira TV kir û got; “Civaka Êzdî bi vekirina Çira TV jî, pengaveke dîrokî avêt û da xuya kirin ku ewê di paşerojan de li çanda qedîm, li nirx û pîroziyên ola Ezdayetî xwedî derbikeve.

Em bi van bîrûbaweriyan car din Cejna Cema ya Laleşa Nuranî pîroz dikin û bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku, bêhtir ji her demê tê têkoşîna li dijî dijminê dagirker de cihê xwe bigire.”