KNK: Bi destê kontrayan 5 hemwelatiyên me li Mêrdînê hatine kuştin

Konseya Rêveber ya KNK’ê kuştina 5 kesên ji Başûrê Kurdistanê yên ku li Mêrdînê hatibûn qetilkirin şermezar kir û diyar kir ev qetlîam di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de pêk hatiye.

Konseya Rêveber ya KNK’ê kuştina 5 kesên ji Başûrê Kurdistanê yên ku li Mêrdînê hatibûn qetilkirin şermezar kir.

Di daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 19.01.2023’an de pênc hevwelatiyên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê, nêzî bajarê Mêrdînê hatin kuştin. Ji ber ku sebeba vê komkujiya pênc hevwelartiyên me, ji bo me ne gelekî zelal bû, me pêdivî dît ku li gor derfetên xwe dest bi lêkolînan bikin.

Piştî lêkolînên me diyar bûye ku kuştina her pênc hevwelatiyan, bi destê çend kontrayê di bin kontrola dewleta Tirk ve pêk hatiye.

Kesên ku canê xwe ji dest dane ji eşîra Rêkanî ne û malbateke welatparêz in. Ev malbat di nav gel de tên naskirin û hezkirin. Komkujiya li ser vê malbatê komkujiyek siyasî ye, berdewamiya van sûcan e  ku Tirkiye li hemberî kesayetiyên pêşeng û welatparêz dike.

Em Kongra Neteweyî ya Kurdistanê sersaxî ji malbata cangoriyan û ji gelê Kurd re dixwazin.

Em bang li desthilatdariya Başûrê Kurdistanê dikin ku bi cidiyet li ser ewlekariya hevwelatiyan raweste û misoger bike.  Di heman demê de em daxwaza vekolîneke serbixwe ya navdewletî dikin.

Pêwîst e dadgeh û hukumeta navendî ya Iraqê vê tawanê bişopînin û bigihên encamên durust.”